Elçî: Ger dadgeh biryarên Dadgeha Bingehîn pêk neyînin suc dikin

Elçî: Ger dadgeh biryarên Dadgeha Bingehîn pêk neyînin suc dikin

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî diyar kir ku li rexmê biryara Dadgeha Bingehîn dadgehên herêmî girêdayî parlementerên BDP’ê di rewşa diyarkirina biryarekî cuda de dikevine rewşa suc û wiha got: “Ger dadgeh û dozger vê biryarê pêk neyînin emê biçîn HSYK’ê.”

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî girêdayî serlêdanên li dadgeha cezayê giran a 5. û 6. Ji bo serbestberdana 5 parlementerên BDP’ê li gel endamên kurula rêveberiyê civîna agahiyê pêk anî.

Elçî diyar kir ku piştî biryara Dadgeha Bingehîn a di derbarê Mustafa Balbay yê CHP’yî de weke parêzerên parlementerên BDP’ê serlêdanên serbestberdana li gel dadgehên herêmî kirine lê li rexmê di navberê de hefteyek jî derbaz bû bersivek ne dane wan û wiha got: “Mehkemeyan hîna ti bersivek ne dane daxwaznameyên me. Lê heye niha dozgeran bi hincetên cuda ti bersivek ne dane û biryarek jî ne dane.”

Elçî diyar kir ku di navbera mehkemeyan de ne hevhatinekî biryaran heye û wiha got: “Em di van dosyan de naxwazî li sedemên siyasî bên lêgerîn kirin. Bi girtina pîvanên huquqî û heq yên mehkemeyan girtina ber çav bila biryarê bidin. Ji ber sedema nakukiyan em jî neçar dimînin cuda bi hizîrîn. Em naxwazî rewşekî ku biryar nayêne pêk anîn bi fikirîn. Destora Bingehîn bi pêk ne anîna biryaran ne zagoniye, ev suce.”