Elewî li sînorên Kobanê meşiyan
Elewî li sînorên Kobanê meşiyan
Elewî li sînorên Kobanê meşiyan
Komeleyên Elewiyan ên li Deriyê Sînor ê Murşîtpinar lêkolînan dikin, şoreşa Kobanê silav kirin. Rêxistinên Elewiyan diyar kirin ku şoreşa Kobanê garantiya bawerî û gelan e.
Kobaniyên ku vedigerin xaka xwe, li ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ê Pirsûsê hatine rawestandin. Heyetek ji komeleyên Elewiyan Kobanî ziyaret kirin.
Heyeta ji rêveberên Federasyona Yekîtiya Elewiyan, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal, Civaka Fikir a Elewiyan a Lev-î Kalem û xebatkarên Rojnameya Zulfîkar pêk hat piştî meşeke kurt bi Kobaniyan re hevdîtin pêk anînin.
EV ŞOREŞ GARANTIYA AZADIYÊ YE
Serokê Giştî yê ABF’ê Fevzî Gumuş, Serokê PSAKD Muslum Dogan, Serokê Civaka Fikir a Elewiyan a Lev-î Kalem Cemo Dogan û Nûnerê Rojnameya Zulfukar Mehmet Yuksel axaftinek kurt kirin û diyar kirin sedema hatina wan ev e ku berxwedana Kobanê silav bikin û li dijî çeteyên DAIŞ ên sûcê mirovatiyê dikin derkevin.
Heyet anî ziman ku têkildarî çavdêriyên xwe yên li sînor raporekê amade bike û di serî de ji Ewropa re wê ji raya giştî ya cîhanê re pêşkeş bike.