Elewiyan li Montpellier ji bo Ocalan îmze kom kirin

Elewiyan li Montpellier ji bo Ocalan îmze kom kirin

Elewiyên ku li başûrê Fransa bajarê Montpellier dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda bajêr îmze kom kirin.  

Endamên Komîsyona Heqîqet û Baweriyan a Elewiyan li qada Komedî ya li navenda bajêr dezgeh danîn û 250 îmze kom kirin. Endamên komîteyê her weha belavokên li ser jiyana Ocalan belav kirin û der heqê rewşa Kurdistanê de agahî dan beşdarên kampanyayê.