Êlihî ji bo parastina Heskîfê meşiyan

Êlihî ji bo parastina Heskîfê meşiyan

9'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Heskîfê bi panel û semîneran berdewam kir.

9'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Heskîfê ku ji aliyê Şaredariya Êlihê ve hat destpêkirin û dê sibê jî berdewam bike bi panel, semîner û meşan berdewam kir. Mihrîcana bi şîara "Em bi çand û hunerê ber bi roja azad ve dimeşin" di roja 2'emîn de bi panel û semîneran, konser û meşan li Heskîf û Kozlikê berdewam kir.

 Di mihrîcanê de Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, endamên Meclisa BDP'ê, rêveberên HDP'ê Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. Girseya ku li ber Kafeya Oksijenê kom bûn, heta Heskîfê meş pêk anîn. Girsê di meşê de siloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan", "Qatil El Nusra hevkar AKP" û "YPG" berz kirin. Meş li Pira Heskîfê bi dawî bû. Girsê piştî meşê li berh def û zurmeyê govend gerand. Piştî meşê panel hat lidarxistin. Di panelê de Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Demir Çelîk pêşkêşî kir. Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Necati Pîrînçîoglu, Serokê Odeya Endezyarên Elektirîkê  Idris Ekmen û aktîvîstê Ekolojî Sinem Demir li ser rewşa bendav, çand û ekolojiyê pêşandan kirin.

Piştî panelê hunermend Farqîn Dêngbêj Evdilezîzê Koçer, Dengbêj Zinet û Dengbêj Evdilê Koçer stran gotin.