Êlihiyan 5 kamyon alîkariya ji bo Rojava şandin Mêrdînê

Êlihiyan 5 kamyon alîkariya ji bo Rojava şandin Mêrdînê

Piştî alîkariya ji 40 kamyonan a ji bo Rojavayê Kurdistanê, welatiyên Êlihê jî bi 5 kamyonan alîkariya xwarin û pêdiviyên rojane yên jiyanê kom kirin, şandin Mêrdînê.

40 kamyon alîkariya xwarin û pêdiviyên rojname yeên jiyanê ku ji bajarên herêmê û rojava bi boneya piştevaniya Gelên Rojava hatin komkirin anîn Bajaroka Dirbêsiya yê navçeya Qoserê ya Mêrdîn. Endamên BDP'ê, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî hatin cem kamyonan û kamyonên alîkariyê teslîmî rayedarên AFAD û Heyva Sor a Kurd kirin. Alikariya ku ji bajar û navçeyên Şirnex, Cizîr, Pirsûs, Nisêbîn, Şemrex, Qoser, Colemêrg, Gever, Îskenderun, Wan, Sêrt, Semsûr, Stenbol, Amed, Almanya û Federasyona Suryaniyan hatibû komkirin di saetên serê sibê de şandin Rojava. 

JI ÊLIHÊ 5 KAMYON ALÎKARÎ HAT ŞANDIN

Li Êlihê jî di pêşengiya BDP'ê û DOKH'ê de ji bo piştevahiya gelê Rojava 5 kamyon zexîre û erzaqên ku hatin komkirin şandin Sînorê Dirbêsiyê yê navçeya Qoserê ya Mêrdînê.