‘Em axa xwe diparêzin’
‘Em axa xwe diparêzin’
‘Em axa xwe diparêzin’
Li herêma Kobanê welatiyekî astengdar, li dijî êrîşên çeteyên gîrêdayî El Nusra çek hilgirt û gundê xwe dibarêze.
Komên çeteyan yên gîrêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/Enîya El- Nusra ku êrîşî gundên Rojhilat û Rojavayê Kobanê kirin, rastî berxwedana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin. Welatiyên Kurd li hemberî êrîşan gundên xwe bernadin û li kêleka şervanên YPG'ê gundên xwe diparêzin. Yek ji wan jî Mihemed Henîfî yê 50 salî, ji gundê Borzê yê Rojavayê Kobanê ye. Henefî tevî ku astengdar e (bi lingekî ye), li dijî komên çete yên El Nusra çek hilgirtiye û li kêleka şervanên YPG'ê şerê komên çete dike.
Henîfî tevî astendar e jî, rastiya girêdana gelê Kurd bi axa wî dide diyarkirin û derbarê sedemên ku hiştiye ew ji gundê xwe denekeve ev tişt anîn ziman; “Ev gund yê bav û kalên me ne, li vir dar, rez û malên me hene, em ê çawa gundê xwe ji çeteyan re berdin? Em ê çawa bihêlin ku çete ax, rez û şûnwarên bav û kalên me talan bikin.”
Henîfî derbarê pirsa ka ew çawa dikare çek hilgire û şer bike diyar kir ku mirov bi îradeya xwe ne bi laşê xwe tenê şer dike. Mirovên nikarin şer bikin jî dikarin bi pir awayan alîkariya şervanên YPG'ê bikin.
Henîfî bang li hemû welatiyan kir ku gundên xwe bernedin û axa xwe biparêzin.