‘Em deyndarê kesên di Helebçeyê de jiyana xwe dane ne’

‘Em deyndarê kesên di Helebçeyê de jiyana xwe dane ne’

Rejîma Baas ya dîktaroiya Saddam a li Iraqê desthildatdar bû 25 sal berê li Helebçeyê 5 hezar Kurd bi çekên kîmyewî qetil kir û  bi hezara seqet man û cîhanê jî ev temaşe kir.  Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Hewlêrî  diyar kir ku,  ji bo Kurd rastî komkujiyên bi vî rengî neyê divê li dijî pergala mêtînger têbikoşe û statûya xwe qezenc bikin.

Rejîma Baas di 16’ê Adara 1988’an de  li bajarê Helebçe ya Başûrê Kurdistanê li hemberî kurdan komkujiyeke hovene pêk anî. Hewlêrî  diyar kir, Kurd tu carî bi van komkujiyan nayên tunekirin û ji vir şûnde jî dê polîtîkayên bi vî rengî encamê negirin.

GELÊ KURD RASTÎ KOMKUJIYAN HATIN

Hewlêrî wiha pê de çû: “Bi wesîleya 25’emîn salvegera Helebçeyê de  ez hemû şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bibîrtînim. Fedekariyên hat kirin, bedela hat dayîn û xwîn hat rijandin îro li Başûr kêm be jî hawireke azadiye heye.Kurdan rêveberiya xwe girtin destê xwe. Parlamentoya xwe ava kirin.  em hemû qezencan deyndarên kesên ku di Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dane ne. Em deyndarê fedekariya gelê kurdin.

Hewlêrînê destnîşan kir ku gelê Kurd qurbanê planên navnetewî ên sedsala derbasbûnê ne û wih agot;: “Di encama van planan de welatê me Kurdistan parçe bû. Li herêma me pergala netew-dewletê hat ava kirin. Li Rojhilata Navîn di sedsala borî de pergala hat avakirin. Pergal netew dewletê qirkirina kurdan da ber xwe. Di sedsala 21’ê de gelê me her çiqas  li her derê cîhanê bo azadiya xwe têkoşiya be jî  di enama pergala hêzên emperyaslîst a navnetewî de  gelê Kurd bikaranîn û kurd kirin qurbana polîtîkayên xwe. Di encama vê de Kurd rastî qirkirinan hatin. Hinek Helebçeyê û hinek li Tirkiyeyê rastî qirkirinan hatin.  Divê em dersê ji van bûyeran derbixin.

DIVÊ NETEW DEWLET JI HOLÊ RABE

Hewlêrî anî zimain ku, heta ku hêzên navnetewî derfetê bikaranîna kurdan bibîne dê li Rojhilata Navîn aştî pêk neyê û gelê Kurd ji qirkirina xilas nebe û got: “Di sedsala dawî de bûyerên pêk hatin rastî nîşanê me da. Di sedsala 21’ê de li Rojhiata Navîn  ger dixwaze aştî pêk were divê pirsgirêka kurd çareser bibe. Ji bo vê jî divê pergala netew dewletê biguhere. Pirsgirêka Kurd çareser bibe.

YA GIRÎNG DIVÊ MIROV DERSÊ JÊ DERBIXE

Hewlêrî wiha pê de çû: “Di van rojên salvegera 25’emîn komkujiya Helebçeyê de Kurd gelek nêzî statûyê bûne.  Li Rojava û Başûr qezenc hene. Li Bakûr Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek nû da dest pêkirin. Ger ev pêvajo bigihêje serkeftinê dê hem Rojava û hem jî Başûr qezencên xwe bikin bin garantiyê. Divê hem dewletên serdest û hem jî Kurd ji komkujiya Helebê dersan derbixin. Di 25’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de ez du hêmayan dixwazim bêjim; Yek kesên îro Kurdistanê di bin mêtîngeriyê de dihêlin, divê bizanin Kurd bi qirkirinê tune nabin. Ya duyemîn jî eve ku dersên ku divê Kurd ji vê derbixine.  Kurd gelek caran di bin qirkirinê re derbas bûn. Zilm dîtin,şehîd dan. Divê Kurd van qezencên xwe bikin bin garantiyê.”