'Em ê li hemberî komployê berxwedana xwe xurt bikin'

'Em ê li hemberî komployê berxwedana xwe xurt bikin'

Gerîlayên HPG û YJA-Starê  beriya salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, komployê nirxandin  û bal kişandinku komplo bi awayeke berfihre berdewam dike û gotin ku ew ê li hemberî hêzên komploger berxwedana xwe xurt bikin. Gerîlayan da zanîn ku hukûmta AKP’ê ji bo jiholêrakirina nirxên neteweyî  û azadiyên gelê Kurd şereke berfireh dimeşîne û destnîşan kirin ku tecrîda li Îmraliê, êrîşên li ser gerîlayan û herî dawî komkujiya li Parîsê mînakên berçav ên vê yekê ne.

Gerîlayan bal kişandin ser pêvajoyê û diyar kirin ku heta astengiyên li pêşiya azadiya Ocalan û gelê Kurd ranebe, pêngavên pratîk neyên avêtin, ew vê yekê ji xapandin û qezençkirina demê wêdetir, weke tişteke din nanixînin. Gerîlayan nêrînên xwe yên derbarê 15’emîn salvegera komploya navneteweyî de ji ANF’ê re vegotin.

KOMPLO ÊDÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Ji fermandarên gerîlayên jin ên YJA-Starê Canda Koçer diyar kir ku ji bo jiholêrakirina komploya navneteweyî 15 salin gel û gerîla li ber xwe didin û da zanîn ku komploya bi tecrîda li ser Ocalan berdewam dike nayê qebûlkirin. Koçer got: “Ji bo azadiya Rêbertiya me wezîfe û berpirsyartiya me çi beem ê bikin.” Gerîla Canda diyar kir ku gel û gerîla dê li derdora Ocalan xelekek ji agir çêbikin û got: “Gelê Kurd dê li hemberî êrîşan bersiveke herî xurt bide.”

HEMÛ KURD DI HEDEFÊ DENE

Gerîlaq Bişar Mamo komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat bi neletê şermezar kir û got:”Di şexsê rêbertiyê de modernîteya kapîtalîst dixwaze gelê Kurd ji holê rake.” Gerîla Bişar Mamo da zanîn ku komloya navneteweyî di dîroka gelê Kurd de rojeke tarî ye û got: “Di salvegera 15’emîn a komploya navneteweyî de bi  tecrîda li Îmraliyê operasyonên siyasî û leşkerî yên li Bakûrê Kurdistanê û êrîşên komên çete yên li ser Serêkaniyê, bombebarankirina Başûrê Kurdistanê hemû gelê Kurd dikin hedef û dixwazin hemû destkeftiyên gelê Kurd ji holê rakin” û da zanîn ku ew ê bi awayeke çalak lihemberî van êrîşên li dijî azadî û rûmeta neweteyeî rawestin.”

DIVÊ LIDIJÎ KOMPLOYÊ HER KES LI BER XWE BIDE

Gerîlaya YJA-Starê Bêrîtan Hejar Malatya gelê Kurd û hêza wê ya pêşeng bi dirûşima “Kesek nikare roja me tarî bike” xeleke ji agir li derdora Ocalan çêkirin û bang li ciwanên Kurd kir ku li hemberî komploya navneteweyî cihê xwe di nava refên berxwedanê de bigirin. Gerîla Bêrîtan got: “Ji bo çêbûna vîna jina Kurd rêbertiya me gelek hewl da. Em ê weke gerîlayên jin  û hemû jinan, ji bo ev sal bibe sala serkeftina  rêbertiya me, em ê berxwedanekexurt nîaşn bidin. Rêbertiyê di şexsê heval Hakkî de PKK’ê damezrand. Em ê di şexsê heval Sara de berxwedana xwe xurt bikin û bersivê bidin.” Gerîla Bêrtîna destnîşan kir ku ger heta niha komployê di dîrokê de li hemberî Kurdan pêk dihatin, sedema vê yekê tunebûna yekitiya neteweyî bû û banga yekitiyê kir.

HETA PÊNGAV NEYÊN AVÊTIN MIROV NIKARE BAWER BIKE

Yek ji fermandarên gerîlayan Nizar Zêreger jî da zanîn di van 15 salan de gerîla û gel berxwedana xwe ya li hemberî komployê û têkoşîna azadiyê gihandine astekê û got: “Em di serî de ji bo azadiya rêbertiya xwe û hemû mafên gelê xwe pêngavên berçav dixwain”. Zêreger diyar kir ku çalakiyên gel û gerîlayan bersiva herî xurt e li hemberî komployê û bal kişand ku heta niha jî polîtîkayên înkar û îmhayê berdewam dikin” û wiha domand: “Em ê li hemberî êrîşan hêza xwe ya parastina rewa xurt bikin û bersivê bidin. Em tenê dikarin bi vî awayî rêbertî û gelê xwe biparêzin û azadiyê bi dest bixin. Divê gelê me lîstokên dijmin bibîne û li gorî wê berxwedana xwe xurt bike.”

EM CÎHANEKE BÊ RÊBERTÎ QEBÛL NAKIN

Gerîla Zeynep Gulan jî da diyarkirin ku her çendî dûrbûna ji rêbertiyê ji bo wan bi êş û zor be, lê ew bi biryardariya xurtkirina têkoşînê dizanin û got: “Her çendî 15 sal bi ser komploya navneteweyî re derbas bûn,lê di êrîşên desthilatan ên li ser gelê Kurd de tu guhertinek çênebû.  Rêbazên xwe bi polîtîkayên ziravtir dimeşînin.” Gerîla Gulan destnîşan kir ku ji bo rêbertiyê ji gel qut bikin hemû rê û rêbazanbi karanîn, lê bi ser neketin” û wiha domand: “Em ê weke gerîla bi hemû hêza xwe ji bo Rêbertiyê ji nava çar dîwaran derbixin, em ê têbikoşin. Em bang li hemû gelên ku dahatûyeke azad dixwazin dikin ku di vê têkoşînê de cihê xwe bigirin.”