'Em gorekê dixwazin ji bo li ser dûa bikin'
'Em gorekê dixwazin ji bo li ser dûa bikin'
'Em gorekê dixwazin ji bo li ser dûa bikin'
Di çalakiya Dayİkên Şemiyê ya vê hefteyê de aqubeta Abîdin Polat û Selîm Polat ku di sala 1993'an de dema di zeviya pembo de dixebitîn hatibûn binçavkirin û cardin jê agahî nehatin girtin, hate pirsîn. Di çalakiyê de hate gotin: "Em ji bo li ser dua bikin gorekî dixwazin."
Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê vê hefteyê jî Dayîkên Şemiyê hatin cem hev û ji bo aqûbeta wendahiyan bipirsin çalakî li darxistin. Çalakiya ku li ber Lîseya Cizîrê hate lidarxistin bi tevlibûna xizmên wendahiyan, endamên MEYA-DER, ÎHD û KURDÎ-DER'ê pêk hat.
Di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Abîdin Polat û Selîm Polat ku di sala 1993'an de li gundê Takyana Silopiyê dema ku di zeviya pembo de dixebitîn ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin û cardin jê agahî nehatin girtin, hate pirsîn. Keça Abîdin Polat ku çîroka windakirina bavê xwe vegot diyar kir ku ji wê demê heta niha tu agahî ji bavê xwe negirtiye û got: "Em ji bo li ser dua bikin gorekî dixwazin."
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.