Em li dibistanan xwedî derkevin - Cemîl Bayik

Em li dibistanan xwedî derkevin - Cemîl Bayik

Li Kurdistanê saziyên civaka sivîl dibistanên Kurdî vedikin. Lê belê îdare, darêzgerî û polîs dikeve tevgerê. Malbat, gel û xwendekaran ji dibistanê diavêjin û deriyan kilîd û mohr dikin. Ev helwest nêzîkatiya dewleta Tirk a ji bo zimanê Kurdî nîşan dide. Ji ber ku ziman di roja me de, eger pê perwerde bê kirin dikare hebûna xwe biparêze. Ev êrîş li dij zimanê Kurdî, yanî di heman demê de li dij çanda Kurd û hebûna Kurd in. 

Bi hîncetên mîna qaşo destûr nehatiye stendin, pêwistiyên burokratîk pêk neanîne dibistanan digirin û êrîşî gel dikin. Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê fêrkirina destûra dewletê di roja me de bi ti wicdanê demokratîk û însanî ve têkiliya xwe nîne. Di pola yekemîn ya dibistanê de tiştê bi navê perwerdeyê tê kirin fêrbûna elîfba, tîpan, xwendin û nivîsandin e. Ji bo perwerdeyeke bi vî rengî mevzuat, rêzikname nabe. Her wiha dikaribû bi xweşbîniyê pirsgirêk bên çareser kirin û li dibistanan perwerde berdewam bikin. Lê belê dema têgihiştina asîmîlasyonê û tevkujiyê li dar be tiştê yekemîn tê hişê wan êrîş e. Tirkiye hêna di nava paradîgma û têgihiştina kevin de diperpite. Bi paradîgma û têgihiştina kevin nêzî hemû mijaran dibe. Şik nîne ku di hemû pirsgirêkan de refleksên tên nîşan dan yên dewleta kevin in. Tenê guhertinên rêbazî hene. Di salên destpêkê yên komara Tirkiyeyê de yên xwendin û nivîsandina wan hebûn weke mamoste dihatin wezîfedar kirin. Ji bo van sê pol dihatin diyarkirin û li gelek gundan bi salan perwerde bi şêwazê di nava sê salan de fêrkirina xwendin û nivîsandinê hate meşandin. Derfetên niha sed qadî ji yên wê demê bêhtir in. Bi hezaran mamosteyên ku karibin hîndekarî û perwerdeya seretayî bidin xwendekaran hene. Ji bo polên yekemîn, duyemîn û sêyemîn dikare bi deh hezaran mamoste werin peydakirin. Di rewşa ku polên yekemîn werin destpêkirin berdewamiya perwerdeyê bi rehetî wê were. Sala bê pola duyemîn, ya piştre jî pola sêyemîn wê amade bibe. Perwerdeya piştî vê yekê jî dikare bi rehetî were meşandin. Kurdan potansiyeleke bi vî rengî afirandine. Bi tu awayî pirsgirêka mamosteyan dernakeve. Bivêjek heye, dibêje „eger nêta şivan hebe, dikare ji nehrî jî şîr derîne“. Bila dewleta Tirk jî azadiya perwerdeya bi zimanê dayikê nas bike, qebûl bike li pêşiya perwerde û hîndekariya Kurdî tu astengî namîne.  Mexmûriyan bêyî ku alîkariyê ji cihekî bigirin perwerdeya Kurdî pêk anîn. Li Mexmûrê dibistanên amadeyî (lise) tên qedandin û piştî wê xwendekar diçin zanîngehê. Li Mexmûrê dibistana bilind jî hatiye vekirin. >Eger Mexmûrê tevî hemû bêderfetiyan ev yek pêk anî be, li  Bakûrê Kurdistanê evê rehettir bikaribe were meşandin. 

Di rastiyê de bi van êrîşan hedefa wan ew e ku hem yên dibistanan vedikin, hem jî malbatên dixwazin zarokên xwe bişînin dibistanê Kurdî biçewisînin. Hewl didin nîşan bidin ku ev dibistan ne rewa ne. Jixwe tuxmê kew Huseyin Çelik got, „Perwerdeya Kurdî bibînin wê bi kêrî çi were?“Bi vê yekê dixwaze bêje ku nikaribin bibin karmendê dewletê. Bi vê yekê re hêna di destpêkê de dixwazin pêşiya perwerdeya Kurdî bigirin. Li aliyê din jiyana aborî, civakî, çandî ne tenê bûyîna karmendiya dewletê ye. Civaka derveyî dewletê wê wan bipêştir bixe. Ji ber vê yekê jî ti wateya gotinên Huseyîn Çelîk ên dibêje ma wê perwerdeya Kurdî bi kêrî çi were bêwate ne. 

Di dewletên kapîtalîst modernîst de jî rêjeyeke gelek kêm a mirovên xwendin û nivîsandinê dizanin îstîhdamî karmendiya dewletê dike. Li aliyê din li Kurdistanê xweseriya demokratîk, hemû jiyan wê bi Kurdî were meşandin.  Her biçe wê jiyan ji bo yên perwerdeya Kurdî ne dîtine zehmet û aloztir bibe. Hedef û armanca tevgera azadiyê ev e. Di neh aliyan de wê jiyan were birêxistinkirin û xweseriya demokratîk were avakirin.

Divê tevahiya gelê Kurd li dij êrîşa dewleta Tirk a li dij ziman û hebûna gelê Kurd xwedî helwest be. Berpirsiyariya siyaseta demokratîk û hemû rêxistinên civaka sivîl ev e.  Yên li Kurdistanê bi van mijaran re elaqedar nebin, pêşengiya têkoşîna bi vî rengî nekin nikarin bêjin em siyaseta demokratîk dimeşînin û xebata herêmî ya demokratîk nameşînin. Perwerdeya zimanê dayikê û pirsgirêkên wê eger ne karê siyasetê be, wê demê çi karê wan heye! Yên ku vê berpirsiyariya bingehîn û sereke bicîh neyînin wê kîjan berpirsiyariyê pêk bînin?! Zimanê dayikê rûmet û namûsa Kurdan e. Êrîşa li dij ziman, li dij rûmet û namûsê ye. Di rewşa ku Kurd nikaribin bi zimanê xwe perwerdeyê bidin zarokên xwe, Kurdî nikaribin fêr bikin wê karibin qala kîjan rûmet û namûsê bikin?! Di rewşa ku zimanê dayikê neyê parastin de tevgereke bi rûmet û bi namûs ne mumkun e. Eger bi vî rengî li pirsgirêka Kurd neyê mêzekirin ev wê were wateya Kurdîtiyeke têkçûyî.  Ji ber vê yekê jî êdî xemsarî û bêhelwestiya di vê mijarê de divê were terikandin. Divê gel li dibistanên xwe xwedî derkeve, bihêztir beşdarî boykotê bibe. Divê yên zarokên xwe dişînin dibistanê dewletê werin şermezarkirin. Pîvana yekemîn a welatparêzî û Kurdîtiyê ew e ku beşdariya boykotê pêk were û helwesta xwe li dij asîmilasyon û tevkujiya çandî nîşan bide. 

Ziman hebûn e, ziman rûmet e, ziman namûs e. Ji ber vê yekê jî bi şêwazekî bihêz divê em nîşan bidin ku em li hebûn, rûmet û namûsa xwe xwedî derdikevin. 

Çavkanî: Yeni Özgür Politika, Azadiya Welat