‘Em li dora nêrînên Ocalan jiyanekê ava bikin’
‘Em li dora nêrînên Ocalan jiyanekê ava bikin’
‘Em li dora nêrînên Ocalan jiyanekê ava bikin’
Keşîşê Dêra Ortodoks a Qedîm a Asûrî-Suryanî li Elmanyayê Şemûn Demîr destnîşan kir ku komkujiya li Sûriyê li Xiristiyanan tê kirin, ji ber xweranegirtina li baweriyên cuda ye. Keşîş Demîr got, 'Divê em li dora nêrînên Abdullah Ocalan li Mezopotamyayê jiyaneke hevpar ava bikin.'
Gelê Asûrî-Suryanî, yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamyayê ye. Asûrî-Suryanî ku di nava dîrokî de rastî gelek zext û zordariyan hat, axa xwe terikandiye û li gelek herêmên cîhanê belav bûye. Li Mezopotamyayê mîlyonek, li Ewropa Navîn 50 hezar, li Emerîkayê 1,5 mîlyon bi giştî nêzî 5 mîlyon Asûrî-Suryanî li herêmên cuda yên cîhandê dijîn. Li Elmanyayê nêzî 100 hezar Asûrî-Suryanî hene.
Asûrî-Suryanî yên li Elmanyayê bi çand û baweriya xwe bi awayekî azad dijîn, bala wan li ser axa jê hatine. Ji ber ku hînê li Sûriye û Tirkiyê xizmên wan dijîn. Xebatkarên Keşîşxane û Dêrê di binê zextê de ne. Bi taybetî ji ber pevçûnên dawî yên li Sûriyê, di serî de Xiristiyan bawermend û hindekahiyên cuda dibin hedefa komên El Nûsra, El Qaîde yên Îslamiyên radîkal. Jin û zarok tên kuştin, dêr tên şewiştandin, goristan tên xerakirin. Gel neçarî koçberiyê tê hiştin. Keşîşê Dêra Ortodoks a Qedîm a Asûrî-Suryaniyan li Elmanyayê Şemûn Demîr vê rewşê bi têkiliyên dîrokî yên li Rojhilata Navîn ve girê dide û dibêje, "Ji bo çareserkirina vê rewşê, reformên di Xiristiyanê de çê bûn, divê di Îslamiyetê de jî çê bibin."
Keşîş Şemûn Demîr, der barê pirsgirêk û pêşeroja Asûrî-Suryaniyên li Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê de, bersiv da pirsên ANF'ê.
Li Sûriyeya bi şer û pevçûnan, gelê Asûrî-Suryanî mîna hindikahiyên din rastî dijwariyê tê. Bi dîtina we li Sûriyeya pêşerojê de çi li benda Asûrî-Suryaniyane?
Li welatên lê dîktator hebin, her kes tên binpêkirin. Her kesên bi wê sîstemê re nameşin, bi zextan re rû bi rû dimînin. Ev yek çandeke Rojhilata Navîn e. Ji dîrokê ve hindikahî, cudahî tên binpêkirin. Ya li Sûriyê tê jiyîn jî ev e. Di rewşa îro de pirsgirêk li tevahiya herêmê belav bûye. Rejîmên zordar ên bi sedan salan dewam kirin, neçarin hilweşin. Û bi vî rengî jî dibe. Bêguman eger hûn dixwazin pirsgirêka yekemîn çareser bikin, divê hûn alternatîfek jê çêtir bînin. Na eger mûxalefet jî bi rê û rêbazên cuda hindikahiyan binpê dike, hingî tı cudahiya wê ji ya berê nîne. Ji xwe ji ber ku mûxalefeta Sûriyê bi têra xwe ne demokratîk e û bi derdorên din ên li welêt re tevnagere, rejîma Baasê ewçend li ber xwe daye û neçûye. Di serî de Misir li welatên Ereb, piştî ku dîktatoriyên berê çûn û sîstema hat şûna wan bi têra xwe ne demokratîk bû baş bû, Sûriye ber bi vê rewşa neçareseriyê ve daf dan. Belê divê Beşar Esad biçe, lê di şûna wî de dê çi were? Em nizanin. Lê dema mirov bala xwe didin bûyerên diqewimin, fêm dibe ku rêveçûn ber bi başiyê nîne. Bi dirêjbûna dema şer û pevçûnan re, yê herî zêde zerarê dibîne hindikhaiyên me ne. Dema di warê bîr û baweriyê de cuda bin, yekser rastî êrîşan û komkujiyan tên. Ji ber vê yekê koçberî dibe neçariyek.
Komên mîna El Nûsra yên di nava mûxalefetê de cih digirin û îdîa dike ku li dijî rejîma Baasê şer dikin, ji baweriyên cuda yên li Sûriyê re mafê jiyanê nas nake...
Komeke li dijî rejîmên dîktator têdikoşe û eger xwedî îdîaya demokrasiyê ye, hingî divê hîn bêtir însanî û xwedî edalet bin, ku em karibin hemû bi hev re bijîn. Eger koma serî hildaye, nêrînên xwe li ser ên din ferz bike, mafê jiyanê nede mirovên weke xwe nafikire, nikare bi ser bikeve.
Weke keşîşekî, gelo olek ferz dike ku mirovekî ji olekî din were kuştin?
Di demên berê de tiştên wiha di Xiristiyaniyê de jî rû da. Bi taybetî di Seferên Xaçê de ev yek gelekî hat bikaranîn. Lê belê Xiristiyanan şoreşek pêk anîn. Ev şoreş di nava ol û dêrê de pêk hat. Berî 500 salan bi pêşengiya Martîn Lûther ev guhertin hat jiyîn. Karên ol û dewletê ji hev hatin cudakirin. Bi dîtina min divê siyaset û ol bi temamî ji hev bên cudakirin. Ol tiştekî di navbera mirov û xweda de ye. Olek çiqasî ji siyasetê dûr be, dê ew ol ewçend zêde cewhera xwe biparêze. Lê belê dema ol dibe navgînek ji siyasetê re, hingî felaket rû didin. Ya ku li Rojhilata Navîn diqewime jî mixabin ev e. Ji ber vê yekê reformên di Xiristiyanê de pêk hatin, divê di Îslamiyetê de jî pêk werin. Yê ku vê bikin jî oldarên Misilman in.
Ev ê çawa çê bibe?
Ev guhertin divê di nava Îslamiyetê de pêk were. Di vê nuqteyê de roleke girîng dikeve ser milê oldar û meleyan. Weke keşîşekî ez nikarim tiştekî bêjim. Ez wî mafî li gel xwe nabînim. Ji nû ve teswîrkirina Kûr'anê ne heqê min e ne jî hedê min e. Çawa ku em ji Asûriyan û Xiristiyanan re dibêjin, "Hemû mirov xwişk û bira ne, her kes li pêşberî Xwedê wekhev in", mele jî dikarin her tiştî bêjin.
Hûn vê yekê dikin?
Li dêreke ku ti Misilman lê nîne de, di weazên xwe de dibêjim, "Misilman jî xwişk û birayên we ne, hûn çawa ji xwe hez dikin, hurmetê nîşanî xwe didin, ji wan jî hez bikin. Cudahiya kesî ji kesî nîne." Eger her kes barê dikeve ser milê xwe hilgire, di navbera mirovan de ti pirsgirêk dernakeve, hîn bêtir dê nêzî hev bibin û komkujî nebin.
Bi dîtina we, oldarên Îslamê vê yekê bi têrkerî dikin?
Bi tenê ji bo Ewropî bibîbinin li kanalên televîzyonan dibêjin, "Hemû mirov xwişk û bira ne. Her kes ji aliyê Xwedê ve hatine afirandin". Dûre li pişt deriyên girtî weazên "Ola me ya herî baş e, vana kafir in, tiştekî nizanin" didin. Di vê de ne xwişk û biratî, cihêkarî heye.
Li Sûriyê niha cihê herî ewle Rojava ye. PYD'ê daxuyaniya "Em ewlekariya hindikahiyan e" da. Wekî din PYD û Partiya Yekitiyê ya Asûrî-Suryaniyan biryar dan bi hev re tevbigerin. Bi dîtina we ev hevkarî ji bo jiyana hevpar a gelên li vê herêmê dijîn, dê çi bi xwe re bîne?
Li Rojhilata Navîn, yên mafên wan tên binpêkirin hevdu baş nas dikin. Kurd jî mîna me her tim hat binpêkirin. Cudahiyeke wan ji me nîne. Lê ji ber ku hejmara wan zêde ne û bi ezmûnên têkoşîna xwe ya 30-40 salan li cihekî baştir in. Lê belê ji ber ku em heman çarenûsê parve dikin, em xwe bêtir nêzî Kurdan dibînin. Em weke Asûrî-Suryanî, Ermenî û Kurd ên li Mezopotamyayê dijîn, civakek in. Li heman cografyayê dijîn. Bi hezaran salan em li gel hev in. Ji ber vê yekê, li dijî vî mejiyê paşverû yê rê li ber komkujiyan vedikin, divê em li gel Kurdan têbikoşin. Eger têkoşîna Kurdan xizmetê ji mirovahiyê re dike, hingî divê were destekkirin. Lê belê ev nayê wê wateyê ku Kurdan mîna ku ji Tirkan zext dîtin, dê zextê li hindikahiyên li nava xwe bikin. Ji ber ku me di demên berê de bi Kurdan re jî pirsgirêk jiyan.
Nûnerên saziyên Kurdan gelek caran rexnedayîna "Bav û kalên me hatin lîstikên li nava Tirkiyê û di nava komkujiyan de cih girtin" dan. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?
Eger ev nêrîn û nêzîkatî nebûya, em weke Asûrî-Suryanî li gel Kurdan nedimeşiyan û me bi hev re siyaset nedikirin. Di vê mijarê de daxuyaniyên Abdullah Ocalan û Ehmed Turk hene. Daxuyaniyên "Bav û kalên me ketin nava rewşeke bi vî rengî. Ji bo ji niha û pê ve tiştekî wiha nebe ji me lêborînê dixwazin" dan. Vana erênî ne. Daxuyaniyên bi vî rengî yên lîderekî, bawerî û cesaretê dide gelên din. Di çarçoveya nêrînên Abdullah Ocalan de em dikarin li wê axê bi xwişk û biratiyê bijîn. Bêyî ku kes kesî înkar bike, divê em bijîn.
Asûrî-Suryanî ji Kurdan çi dixwazin?
Em xwişk û bira ne. Di tevahiya dîrokê de em li gel hev jiyan. Şaşî çê bûn. Lê belê ya girîng qebûlkirina van şaşiyane. Eger şaşî wê bên qebûlkirin, hingî em jî neçarin vê qebûl bikin. Di ola Xiristiyaniyê de eger yek li hemberî te şaşiyê bike û vê şaşiya xwe qebûl bike, hingî tu neçarî efû bike. Eger tu vê nake, hingî tu jê bêtir sûcdar e.