‘Em meraq dikin gelo Serokwezîr Erdogan Roboskî tîne bîra xwe’

‘Em meraq dikin gelo Serokwezîr Erdogan Roboskî tîne bîra xwe’

Çalakiya malbatên Roboskiyê ya ji bo lêgerîna edaletê û ronikirina komkujiya 34 welatiyên sivîl di roja 666'an de berdewam kir. Vahît Encu, diyar kir ku ew meraq dikin ku niha gelo Serokwezîr Erdogan komkujiya Roboskî tine bîra xwe ya na.

Malbatên 34 welatiyên sivîl ên di 28'ê Kanûna 2011’an de li Gunde Roboskî yê Qilebana Şirnexê ji aliyê balafirên şer ên F-16 ve hatin qetilkirin, ji bo ronîkirina komkujiyê û lêgerina edaletê di roja 666'an de çalakiya xwe ya heftane berdewam kirin.

 Malbatên di hefteya 95'an de li ser gorên zarokên xwe kom bûn, xwestin demek berî demekê komkujî ronî bibe. Li ser navê malbatan Vahit Encu axivî û wiha got: "Di ser komkujiya Roboskî re 666 roj ango 95 hefte derbas bûn. Dîsa em li ser gorên 34 welatiyên sivîl ên hatin qetilkirin dicivin û em lêgerina edaletê berdewam dikin. Em dixwazin ku wîjdan rabin û hesapê komkujiyê hesapê edaletê bipirsin. Em ji Serokwezîr Erdogan dipirsin û dibêjin komkujiya Roboskî sûcê mirovahiyê ye. Hûn dê bi balafirên şer bombe bikin, bikujin. Ma ev nabe sûc. Ma tenê ger ku kimyasal hebe dibe sûc? Em meraq dikin gelo Serokwezîr Erdogan Roboskî tîne birina xwe ya na? Ma Gelo qey nizane balafirên F-16 komkujî pêk anîye? Ev çi dirûtî ye. Li ber çavê de 34 can tê çi wateyê. Çima yên Misirê ten ber çavên te. Çima ev nayê ber çavê te?" Erdoganê ji ber Misirê digirî çima li hemberî komkujiya Roboskî bêdeng e?"

Daxuyanî bi silogana “Şehîd namirin” bi dawî bû.