'Embargoya li ser Rojava sucê mirovahiyê ye'
'Embargoya li ser Rojava sucê mirovahiyê ye'
'Embargoya li ser Rojava sucê mirovahiyê ye'
Êrîşa komên çete yên bi desteka Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Her wiha li aliyeke din jî embargoya li ser Rojava jî bi lez û bez berdewam dike. Platforma Piştevaniya Rojava serdanên xwe yên ji bo embargoya li Rojava li Enqereyê qedand. Platforma ku bi hevkariya KCD, BDP, OSP, KADEP, HDK, ESP, EMEP, DDKD, Înîsiyatîfa Azadî û Koma Diyalogê ya Dîcle Firat hatiye avakirin li Enqereyê hevdîtinên girîng pêk anîn. Platformê bi komên meclîsê yên BDP û CHP, MAZLUMDER, ÎHD, KESK, û nunerên PDK Û YNK’ê yên Enqereyê re hevdîtin pêk anîn. Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê Seydî Firat bal kişand ser embargoya li ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku wan di vê derbarê de li Enqereyê hevdîtin pêk anîne, dê bi rêya kampanyayan alîkarî bişînin.
‘ÊRÎŞÊN ÇETEYAN Û EMBARGO XIZMETA HEMAN TIŞTÊ DIKIN’
Endamê Meclîsa Daîmî ya KCD’ê û Parlementerê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer embargoya li der Rojavayê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku êrîşên komên çete yên bi desteka Tirkiyeyê li hemberî Rojava pêk tên û embargoya li ser Rojava xizmeta heman tiştê dikin. Uçer got: “Ev hewldan ji bo şkandina têkoşîna azadiya Kurdan in. Ev êdî gihiştiye asteke navneteweyî. Divê Kurdên li parçeyên din di vê mijarê de hesas bin. Di hevdîtina me bi Birêz Mesûd Barzanî re pêk anî de me ji wan xwest ku daxilê vê yekê nebin. Ew bi xwe jî bi bihîstyarî nêzî tiştên ku me ji wan re gotin bûn. Lê dîsa embargo bi hevkariya hêzên navneteweyî û hewldanên Tirkiyeyê berdewam dike.”
‘TIRKIYE DESTEKÊ DIDE ÇETEYAN Û EMBARGOYÊ DIŞIDÎNE’
Uçer diyar kir ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi zîhniyeta “Em di salên 90’an de mudaxilê Iraqê nebûn, em vê carê li Sûriyeyê vê xeletiy nakin” tevdigere û ji ber vê jî ji bo pûçkirina tevgera azadiyê desteka çek û lojîstîkê dide komên çete. Uçer destnîşan kir ku dewleta Tirk destekê dide komên çete, vê yekê jî bes nabîne embargoya li ser Rojavayê Kurdistanê dişidîne.
‘DIVÊ HEMÛ PARÇEYÊN KURDISTANÊ DESTEKÊ BIDIN AZADIYA HEV DU’
Uçer îşaret bi girîngiya yekitiya neteweyî ya li hemû parçeyên Kurdistanê kir û got: “Kîjan parçe dibe bila bibe, divê hemû parçe destekê bidin azadiya hev du. Em weke KCD û BDP, xwedî li şoreşa Rojavayê Kurdistanê derdikevin, ji bo rakirina embargoyê û pûçkirina wê em di çarçoveya yekitiya neteweyî de kampanyayaên alîkariyê didin destpêkirin.” Uçer destnîşan kir ku embargo sucê mirovahê ye û da zanîn ku divê hemû Kurdên li her çar parçeyan bibin yek û vê embargoyê hilweşînin.
‘DIVÊ KURD LI HEMBERÎ EMBARGOYÊ BÊDENG NEMÎNIN’
Uçer got: “Divê em li hemberî van hemû êrîşên komên çete û dewletan azadiya Kurdên Rojava biparêzin. Ji ber ku hêzên navneteweyî û dewlet di çarçoveya berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî de nêzîkê gelê Rojhilata Navîn dibin, ew li hemberî vê embargoyê bê deng dimînin. Lê divê Kurd li hemberî vê embargoyê be deng nemînin. Ev wezîfeyeke mirovahî û wijdanî ye.”