Emekçî: Bi çalakiya nobedê re mafdarbûyîna Kurdan hat dîtin

Emekçî: Bi çalakiya nobedê re mafdarbûyîna Kurdan hat dîtin

Ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropa di 25’ê Hezîrana 2012’de çalakiya nobeta azadiyê ya bênavber hatibû despêkirin berdewam dike. Di rojên derbasbûyînde vê çalakiyê 1,5 salên xwe temam kir. Di çalakiyê de her roj bi dehan kesan re diyalog tê çêkirin, li vir fikrên Ocalan ku rola Wî ya di çareseriya pirsgirêka Kurd de ji aliyê hemû cîhanê ve tê qebûlkirin, tê nîqaşkirin.

Bi çalakiya nobedê re bi sedan kes der barê pirsgirêka Kurd û Ocalan de dibe xwediyê agahî; pêşdarêzên wan ên ji bo Kurd û têkoşîna Kurdan hildiweşe. 

Em li ser çalakiya nobedê, qonaxa ku hatiyê, encamên heya îro hatine girtin û bendewariyên wan ên ji bo pêvajoya ji îro pê de bi endamê Komîteya Azadiya Ocalan Mûnzûr Emekçî re axivîn.

Nobeda Azadiya Ocalan 1,5 sal temam kir. Encamên ku we heya niha girtine çi ne û hûn hatine kîjan qonaxê? 

Çalakiya nobedê ya azadiya Ocalan ku me di 25’ê Hezîrana 2012’an de li ber Konseya Ewropayê dabû destpêkirin, 1,5 sal li pey xwe hişt. Beriya her tiştî ji ber ku ji bo azadiya Ocalan ev 79 hefte ne ku tevlî vê çalakiyê bûne, em ji hemû welatparêz, dost û saziyan re li ser navê Komîteya Azadiya Ocalan spas dikin. Di vê pêvajoyê de ji bo nobedên ku heftane hatine girtin di nav 79 gruban de 316 kes beşdar bû. Di heman pêvajoyê de ev aktîvîte hatine nîşandan: 140 hezar belavokên bi sernavê ‘em çima nobedê digirin’, ji biyografiyên Ocalan jî 24 hezar û 800 hat belavkirin. Ji van 9 hezar û 400 bi Îngilizî û 6 hezar bi Almanî hate belavkirin. 

Dema nobede derfet peyda bûn ku em bi Ewropayiyên tên û diçin re diyalog pêş bixin û sohbet bikin û me ev jî roj bi roj, hefte bi hefte nivîsandin li gel xwe. Me heya niha derfet dît ku em li gel 31 û 500 kesî re rasterast sohbet bikin. Di seranserê vê pêvajoyê de 13 hezar 900 îmze hatine komkirin. 

Di nava sala 2013’de bi armanca ku nûçe û roportaj çêbikin televziyonên weke France3, Alsace TV û rojnameya 20Minutes eleqa nîşan dan. Van, bi xwe li gel çalakvan û li gel me hevdîtin pêkanîn û çakakiya nobedê kirin nûçe. 

Çalakiya nobedê  li qada ku li taxa navê Robertsau’ê tê lidarxistin. Li vê taxê hema bêje me xwe gihand her kesî, kêm kês man ku me xwe negihandibê. Dîsa, me karibû ji ber vê sedemê xwe bigihînin xebatên Konseya Ewropa, Dadgeha Mafê Mirovan (DMM), Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê(CPT), û Parlementoya Ewrûpayê (Parlementoya Ewrûpayê).

Ji berdevk saziyên Kurd ên li Ewropayê û hin Ewropî jî tevlî vê çalakiyê bibûn, ne wisa ye?

Belê. Heya niha konfedarasyona Komelên Kurd li Ewropayê (KON-KURD), Konfederasyona Komelên Kurd li Almanyayê (YEK-KOM) Yekitiyên Kurd ên Îslamî û Êzîdî, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamên PJAK’ê Dayikên Aştiyê, gaziyên li Ewropayê dijîn, hunermend û kedkarên çapameniyê tevlî çalakiya me bûn. 

Komeleya Dostaniya Kurd û Fransiya, Yekitiya Komînîstên Alsace (CCA) Eniya Çep (FG) û dostên me yên Holandî jî beşdarî çalakiya me ya nobedê  bûn û piştgirî dan. 

Weke ku ji van hemû eleqadariyan jî tê fêmkirin Rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan hatiye warê Rêberekî gel ê navneteweyî, bi analîzên xwe yên felsefîk û îdeolojîk ji aliyê gelên Rojhilata Navîn û gelên Ewropî ve tê pêjirandin. 

Muxatabên vê çalakikiyê kîjan beş in? bendewariyên we çi ne?

Her çendî pêşketinên li Rojhilata Navîn destpêka pêvajoyeke nediyar jî bin, pêşniyara riya seyemîn a gelan ku pêşengê wê  birêz Ocalan de ye, li vê coxrafyayê de ji bo jiyana bihevre, azad û bi aştiyane derfet afirandine. Ji ber vê yekê pêwîst e di serî de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û Parlementoya Ewropayê berpirsiyariyên xwe bînin cih.  

Birêz Ocalan ev demeke dirêj e di bin tecrîdê de ye. Divê ev sazî dosyayên birêz Ocalan ku demeke dirêj e berdewam dikin bixin rojevê, ji bo tecrîda li ser rabe û bigihîje azadiya xwe bi rola xwe rabin. Ji ber vê yekê bû ku Kurdan di 25’ê Hezîran 2012’an de ev çalakî dandestpêkirn. 

Di ev tişt dan diyarkirinê de feyde heye; dewleta Tirk ji bo hemû nexweşiyan hatiye rewşeke amade û vekirî. êger birêz Erdogan behsa biratiya gelan dike, li cihê xeyala wê kirinê divê gavên ber bi çav biavêje. Aliyê Tirkiyê dibêje, ‘şikir ji bo xweda cenaze nayên’. Lê ew jî dizanin ku ev ji saya gava ku Ocalan bi yekalî pêşxistiye û hewldanên wî yên aştiyê de ye. êv qas Kurdistanî, dostên wan û sazî tevlî çalakiya Nobedê bûne û Birêz Ocalan weke ‘temînata aştî û şer’ dibînin, divê hikumeta AKP’ê jî vê rastiyê bibîne.  

Hûn çalakiya nobedê li cihekî ku saziyên weke KE, DMME, CPT û PE jî heye li dar dixin. Bi îxtîmaleke mezin jî hûn bi kesên ku rayedar in dibînin. Li gorî we nêrînên van beşan ji bo qonaxa tê de ne çawa ye? 

Di pêvajoya ku em hatinê de di 1,5 sal de çalakiya nobedê hin rastî jî derxistine hole. Ji Asya heya Ewropa, ji Afrîka heya bi Amerîka, Ocalan gihandiye hemû gelan û daye naskirin ku gelê Kurd çendî bi Rêbertî û doza xwe re girêdayî ye.

Di nav vê pêvajoyê de bi gelek heyetên welatan re ku nexwestine navê xwe bidin, diyalogên me çêbûn. Saziyên Ewropayê jî di nav de heyetên ti welatan ne rewşa ku Birêz Ocalan tê de ye û ne jî rewşa Kurdan a bê nasname dipejirîne. 

Saziyên Ewropî yên li vi rev rastî dîtin, bi Kurd û Birêz Ocalan marjînal nîşandanê, terorîst nîşandanê wê nikaribin paş de gav bidin avêtin. Tevî hemû mercên neyînî yên hewayê û gelek mercên zehmet, hin caran di germahiya bin sifirê de û di zêde germahiyê de, ji 18 heya bi temena 75 her kes bi fedakarî çalakiyeke bi vî awayî meşandin. êv yeka biçûk nayê dîtin. êv rastî hate dîtin. 

We gotibû di seransera çalakiyê de li gel 31 hezar û 500 kesî bi awayekî rasterast we dîyalog çêkiriye. We bi giştî nêzîkbûneke çawa dît? 

Belê, li gorî qeydên me me li gel nêzî 31 hezar 500 kesî diyalog çêkiriye. Hema bigir ji rastgerên Fransî heya bi nijadperestên Tirk li cem gelek kesan diyalogên me çêbûn. Di serî de bertekên wan çêbûn lê dema mafdarbûna me dîtin hinekan ji wan lêborîna xwe jî xwestin. Weke min beriya kêliyekê diyar kiribû, ti ji van rewşa gelê Kurd û Birêz Ocalan qebûl nake.  

Em bi giştî jî bi helwesteke erênî re rû bi rû tên. Ji tiştên ku heya îro dîtine cudatir, bi hin tiştên din re rû bi rû tên mirovên Ewropî. Mafdarbûna Kurdan dipêjirînin. 

Ma wê çalakiya nobedê bi heman lezê bidome? 

Me dema dest bi çalakiya nobedê kir, armanca xwe temam diyar kiribû. Ev çalakî heya ku Birêz Ocalan azad dibe wê bidome. êmê her heftê bi grubeke nû berdewam bikin. 

Dîsa gelek kes dixwazin ku weke malabat tevlî çalakiyê bin. êm ji wan re spas dikin. Dema merc dest didin dikarin bên. 

Dîsa ez dixwazim mijarekê li vir diyar bikim. Grubên ku tên çalakiya nobedê, xaleke ku ew bi baldarî nêzî wê bibin jî ew e ku ji ber şertên zivistanê, divê rojên Yekşem herî dereng di saet 13:00 de li vir bin.