Parlementera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna dê tevlî civînên gel yên li bajarên Dortmund û Dusseldorf yên Elmanyê bibe.
Emîne Ayna di çarçoveya serdanên xwe de, civana gel ku dê di 2’ê Tebaxê di demjimêr 18.00’an de li Navenda Çanda Kurdan ya Dortmundê bê duristkirin bibe. Ayna piştî vê programa xwe dê biçe serdana Navenda Çanda Elewiyên Demokrat yên Dortmundê (DAKME), bi civaka Elewî re bê cem hev.
Ayna piştî serdana xwe ya Dortmundê, dê tevlî civînên gel yên li Dusseldorfê jî bibe û serdanên cûda bike.