Emîrekî El-Nusra li Serêkaniyê hate kuştin
Emîrekî El-Nusra li Serêkaniyê hate kuştin
Emîrekî El-Nusra li Serêkaniyê hate kuştin
Di pevçûnên li Serêkaniyê de emîrekî Cebhet El-Nusra hate kuştin.
Li ser malpera civakî ya tabûra bi navê Ebû Huzeyfe El-Yemam a girêdayî DAIŞ’ê nûçeya kuştina emîrê Cebhet El-Nusra yê bi navê Enes El-Midfi (Ebû Leys) hate weşandin. Di nûçeyê de hate gotin ku Ebû leys di pevçûnên 14’ê Îlonê ku li Serêkaniyê di navbera hêzên YPG’ê û komên El Nusra de qewimîn hatiye kuştin.
Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku Enes El-Midfi (Ebû Leys) beriya mehekê ji nav Artêşa Azad tevlî Cebhet El-Nusra bûye û wek fermandarê şerên dawî yê li ser Serêkaniyê cih xwe girtiye.
Enes El-Midfi (Ebû Leys) fermandarê Tabûra Huzeyfa Bin Yemama ya ji herêma Reqayê ye, girêdayî dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê( DAIŞ)/Cebhet El-Nusra ye.
Komên çekdar ên DAIŞ’ê û gelek tabûrên Artêşa Azad hêzên xwe yên li bajarên Sûriyê yên mîna Şam, Heleb, Reqa, Humis, Dera, Îdlib, Hema û her wekî din komî ser hevkirin û di 14’ê Îlonê de êrîşeke berfereh li dijî Serêkaniyê pê anîbûn. Dewleta Tirk jî jibo wan koman sînorê xwe vekirbû. Di şerên ev 4 roj didomin de komên çekdar rastî berxwedana YPG’ê hatin û di encamê de gelek kuştî û birîndarên wan çêbûn.