Encama lêkolîna li Sûriyeyê hatî kirin dê piştî 3 hefteyan diyar bibe

Encama lêkolîna li Sûriyeyê hatî kirin dê piştî 3 hefteyan diyar bibe

Rêxistina li Dijî Madeyên Kîmyawî a Navnetewî derbarê encamên lêkolîna perçeyên ku Komîteya Lêkolîna Madeyên Kîmyawî ji Sûriyeyê girtine dê 21 rojan dirêj bike.

Têkildarî mijarê Rêxistina li Dijî Madeyên Kîmyawî a Navnetewî piştî ku komîteya lêkolîna Madeyên Kîmyawî ya li Sûriyeyê gihişte paytexta Holanda Den Haag’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê encama lêkolîn kirina perçeyên ku Komîteya Lêkolînê ji Sûriyeyê girtine dê 3 hefteyan dewam bike.

Komîteya Lêkolînê ku ji 9 kesan pêk dihat di 18’ê tebaxê de derbasî Sûriyeyê bû û li gelek cihên rêjîmê û muxalefetê lêkolîn kirin. Komîteyê karê xwe piştî êrîşa ku di 21’ê Tebaxê li Xûta pêk hatî  karê xwe zêde kir.