Li gorî anketên encamên ji sindoqan derdikevin, Partiya Demokratîk ya Nû ya Yewnanîstan, a ku alîgirê plana bûtçeyê ya YE’yê ye, bi ferqek kêm li pêşiya tevgera çepgira radîka Syrizayê ye.
Li gorî encamên pêşî yên ji aliyê televîzyonên Yewnan ve tên dayîn Partiya Demokratîk a Nû 0.5 pûanan li pêşiya Syrizayê ye. Li gorî vê Partiya Demokratîk a Nû di navbera ji sedî 27,5 û ji sedî 30,5 de ye, Syriza jî nêzî ji sedî 27’ê dengan wergirtiye.
Hêjayê gotinê ye ku hemû Ewropa li benda van encamên hilbijartinê ye. encamên pêşî wiha ne:
Demokratên Nû ji sedî 27-30
SYRIZA ji sedî 26-29
PASOK 10-12