Encamên hilbijartinên Başûrê Kurdistanê hatin taloq kirin
Encamên hilbijartinên Başûrê Kurdistanê hatin taloq kirin
Encamên hilbijartinên Başûrê Kurdistanê hatin taloq kirin
Encamên hilbijartên parlementoyê ên Başûrê Kurdistanê ku 21’ê Îlonê pêkhatin, aşkerakirina encamên wan hatin taloq kirin. Sedemê wê nehate zanîn.
Serokê Komîsyona Hilbijartinê Serbest Amêdî daxuyaniyek da Rûdawê û got, dê encamên hilbijartinê vê heftiyê neyên aşkera kirin.
Çav lê bû encamên hilbijartinê 26’ê Îlonê bêne aşkera kirin. Amêdî di derbarê taloqkirina encamên hilbijartinê de tiştek negot.
FIKAR HENE LI SILÊMANIYÊ MUDAXELEYÎ SINDOQAN BIKIN
Li ser fikarên bitaybet li Silêmaniyê dê encamên hilbijartinê biguherin, berpirsê Buroya Silêmaniyê ya Komîsyona Hilbijartinê Hawrê Tofîq bi partiyên siyasî re civîn pêkanî û li ser mijarê axivîn. Tofîq anî ziman ku, ew dê destûr nedin mudaxele li ser encamên hilbijartinê çêbibin.
Hate diyarkirin ku, Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo parastina sindoqan ferman daye hêzên ewlekariyê.
Televîzyona KNN a girêdayî tevgera Goran ragihand ku, PDK û YNK bi alîkariya Komîsyona Hilbijartinê dê mudaxeleyî encamên hilbijartinê bikin û xwestibû jimartina dengên Silêmaniyê bêne rawestandin.
Li ser vê endamê komîsyona hilbijartinê Muhsin Mûsewî daxuyaniyek da televîzyona KNN û got, jimartina dengên Silêmaniyê hatine rawestandin.
Li gorî encamên ne fermî ên Rûdawê PDK yekemîne. Tê diyarkirin ku, hilbijartina ku rêjeya tevlîbûnê sedê 74, PDK’ê sedê 37, 97, Goranê sedê 22, 9, YNK’ê sedê 16,58, Yekgirtû sedê 9,94 û Komeleyê jî sedê 6,42 deng bidest xistine. Rêya partiyên din ên di nav de PÇDK jî heyî sedê 6,18 ye. Tê gotin ku PÇDK dê parlementerekî derbixîne.