Li Misirê Komîsyona Hilbijartinê ragihand ku ew ê roja yekşemê encamên hilbijartina serokkomartiyê ya ku hatibû taloqkirin aşkere bikin. Her du namzedan îdîa kirin ku wan hilbijartinê qezenç kiriye û dê hikûmeta yekgirtî ava bikin.
Piştî ku Konseya Bilind a Leşkerî dest danî ser hin rayeyên hikûmetê, li ser banga Birayên Misilman bi hezaran kes daketin qada Tehrîrê. Dihat payîn ku encamên hilbijaritnê roja pênçşemê bên aşkerekirin. Sekreterê Giştî yê Komîsyona Hilbijartinê Xatem Bagato di daxuyaniya da de ragihand ku dê serokê komîsyonê Faruq Sultan roja yekşemê encqamên hilbijartinê aşkere bike.
Beriya aşkerekirina encaman alîgirên Birayên Misilman daketin qada Tehrîrê. Konseya Bilind a Leşkerî ya ku niha rêveberiya welêt di dest wê de ye, ji alîgirên her du nazmedan xwest ku li benda encamên hilbijartinê bimînin.
Roja înê, melayê ku nimêja Înê li Tehrîrê da kirin, got ku bi aşkereyî berbijarê Birayên Misilman Muhemed Mursî, di hilbijartinê de bi ser ketiye. Lê beriya wê jî reqîbê Mursî, Ehmed Şefîq jî serkeftina xwe ragihandiye.
Şefîq ê ku di dema Mubarek de serokwezîr bû, di daxuyaniya da de Mursî tawanbar kir ku dixwaze bi van “lîstokan” zextê li komîsyona hilbijartinê bike. Şefîq xwepêşandanên Birayên Misilman ên li Tehrîrê jî rexne kir û diyar kir ku dixwazin bi vê yekê zextê li komîsyona hilbijartinê bikin.