Encamên pêşhilbijartinên Mêrdînê diyar bûn
Encamên pêşhilbijartinên Mêrdînê diyar bûn
Encamên pêşhilbijartinên Mêrdînê diyar bûn
BDP’ê di hilbijartinên herêmî de ji bo diyar kirina namzetên Serok Şaredarên xwe yên Mêrdînê û navça wê bi dawî bû. Di encama hilbijartinên kuhatin kirin de Ahmet Turk bû namzetê serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Mêrdînê.
Pêşhilbijartinên ku delegeyan peywendiyekî zêde nîşan dan, li Qoserê ku 10 namzetan li berxwe dida ji dengê 1113 delegeyan bi 291’an Îsmaîl Asî bû yekem. Pêşhilbijartinên ku li li salona dawetan ya Buhara hatin kirin ji saetên siharê ve delegeyan ji bo karanîna dengên xwe hatin ser sindoqan. Di salona pêşhilbijartinê de ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin daliqandin de piştî encamên pêşhilbijartinê hatin diyar kirin dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hatin qêrîn. Hemû namzet derketin ser dîkê û peyama yeketiyê dan.
Navçeyekî din ku lê pêşhilbijartin hatin kirin li Dêrikê ku 2 namzetan li ber xwe dan Sabahat Çetinkaya ku ji 385 dengan 267 deng girtin bû yekem.
Di hilbijartinên pêşîn yên ji bo Şaredariya Mezin a Mêrdînê ku 7 namzetan li ber xwe dan bi standina 3 hezar û 835 dengan Hevserokê DTK’ê û Parlementerê Mêrdînê Ahmet Turk yekem hat hilbijartin.
Li Nûseybînê jî Sara Kaya mafê pêşbirka ji bo Serokatiya Şaredariyê qezenc kir.
Di pêşhilbijartinên ku li Mîdyat, Savur û Mazidagıyê hatin kirin de encamên wan wê di saetên pêşiya me de diyar bibin.