Encamên pevçûnên duh bi şev ên li Kobanê

Encamên pevçûnên duh bi şev ên li Kobanê

Êrîşên DAIŞ'ê yên pêr li aliyê rojava û rojhilat ên Kobanê destpê kirin, li başûrê kantonê jî belav bûn. Di şerê duh bi şev ê di navbera hêzên YPG-Bûrkan El Firat û çeteyên DAIŞ'ê de 29 çete hatin kuştin.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê der barê encamên şerê pêr li Kobanê destpê kir de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:

"Êrîşên çeteyên DAIŞê yên di 15'ê Îlonê de li hember Kantona Kobanê dabûn destpêkirin bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin. Êrîşên çeteyên ku ew 4 rojin bi bombebarana tank, topên obus û hawanan, dîsa bi çekên giran dihat meşandin 2 roj berê zivirî êrîşa bejahî û ji eniya rojhilat û rojavayê Kobanê ye berdewam kir. Şevê din ev êrîş ji eniya başûr jî destpêkir. Di eniyên cuda de hêzên me tevî yekîneyên Burkan El Firat li hember êrîşên çeteyan berxwedanekî behempa nîşandidin.
Di vê çerçove de êvar û şeva 16'ê Îlonê, çalakiyên hêzên me kirin û pevçûnên hat jiyîn bi vî avayî ne;

LI ROJAVAYÊ KOBANÊ PEVÇÛNÊN DIJWAR

Çeteyên DAIŞê li hember gundên Talik û Zerik ên li rojavayê Kobanê êrîşêk lidarxistin. Li wan gundan pevçûnên pir dijwar hat jiyîn lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiya zelal nehatiye destxistin.

Çeteyên DAIŞ'ê şeve din saet di 23.00'an de li hember Girê Zaxros dest bi êrîşê kirin û 4 caran êrîşê xwe dubare kirin. Lê hêzên me her 4 caran êrîşê çeteyan şikandin û çeteyan neçar hiştin paşvê bikişin. Pevçûnên di vê qadê de qasî hatiye zelal kirin 9 çete hatine kuştin. Hêzên me di van pevçunan de 1 çeka kleşe çeteyan bi dest xistine.

Hêzên me bersivên tund dane çeteyên ku xwestin li hember gundên Boraz û Dugurman êrîş bikin. Di pevçûnên li van qadan de 7 endamên çeteyan hate kuştin. Cenazeyek û çekek kleş ketin destê hêzên me. Ber destê sibehê çeteyan dubare xwestin êrîşî gundê Dugurman bikin, lê hêzên me êrîşê çeteyan sekinandın. Di vî êrîşê çeteyan de wesaîtek doçka li ser, tevî çeteyên di nav de hat rûxandin. Qasî hat zelal kirin, di vê pevçunê de 13 çete hatine kuştin.

Duh êvarê saet di 20.00'an de çeteyên DAIŞ, li hember gundên Aşmê, Xorsê, Torman û Zerik a ku dikeve başûra Kobanê jî êrîşêk lidarxistin. Hêzên me bersivên tund dan çeteyan û derbên giran li wan dan lê hejmara kuştî û birîndara çeteyan nehat zelal kirin. Çeteyan heman demê de 2 hemwelatiyên sîvîl a ku dixwastin ji gundê Zerik birevin girtin û wan bi şeklekî hov şehîd xistin.

Hêzên me di navbera gundê Sebit û sawama (embara genîmê) ya Sirîn de li hember çeteyên DAIŞê çalakiyêk lidarxistin. Çalakiya ku wesaîtek hat ruxandin de hejmara çeteyên kuştî û birîndar nehat zelalkirin.

Çeteyên DAIŞ li hember gundê Qilhaydê jî êrîşêk lidarxistin. Piştî bersîv dayina hêzên me li qadê pevçûnên dijwar hat jiyîn. Li gund derbên giran li çeteyan hat xistin lê nehat zelalkirin ka çend kuştî û birîndara çeteyan çebu ye.

5 ŞERVANÊN YPG'Ê JIYANA XWE JI DEST DAN

Hêzên me li nizîkî gundê Karayaşik li hember komêk çete ya ku di nav tevgerde bûn xistin kemînê. Çeteyên ku derbên giran xwarin çiqas kuştî û birîndar dan, nehat zelalkirin.

Pevçunên duh êvarê û şevê berdewam kir de 5 hevalên me ye ku sekinandinêk îradî nîşan didan û bi qehremanî şer dikirin gihiştin şehadete. Em nasnameya hevalên xwe di demek nizîk de bi rayagiştî re parve bikin.

Roja 17ê Îlonê seat 04.00'an de hêzên me li hember çeteyên DAIŞê ku dixwastin li Rabîa ye giredayî Misûl êrîşêk saz bikin çalakiyek lidarxistin. Di encam de endamêk çete hatiye kuştin. Çeteyên ku piştî bersîvdayine hêzên me xwe nedigirtin neçar man paşvê vekişin."