Encamnameya civîna Meslisa Daîmî ya KCD’ê aşkera bû
Encamnameya civîna Meslisa Daîmî ya KCD’ê aşkera bû
Encamnameya civîna Meslisa Daîmî ya KCD’ê aşkera bû
Meclisa Daîmî ya KCD'ê, encamnameya civina xwe ya mehane aşkere kir. Meclisa KCD'ê der barê hevdîtinên hikûmetê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nirxand û diyar kir ku ew van hevdîtinan erênî dibînin, lê ji bo çareseriyê divê hevditinên bi Ocalan re vegerin muzakereyan.
Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), encamnameya civina xwe ya duh li Amedê pêk anî, bi rayagiştî re parve kir. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku lazim e hevdîtina hikûmetê ya bi Rêbere PKK'ê Abdulalh Ocalan re ku li Rojhilata Navîn û Cîhanê bûye rojeva sereke lazime êdî vegere muzakereyan û wiha hat gotin. Divê çareseri tenê li ser hîmê çekan neyê fikirandin û bêtir zorê li riya diyalog û muzakereyan bikin. Di encamnameyê de êrîşa li dijî heyeta HDK'ê ya Derya Reş Sinop û Samsunê pêk hat jî hat rexnekirin û dat destnîşankirin ku vê êrîşê têkilî birinkirine. Di encamnameyê de hat zanîn ku ji ber êrîşan kurd neçar dimînn ku mafêxwe yê rewa parastina rewa bikar bînin û xwest hikûmet êdî tedbira vê yekê bigire. Ji hikûmetê hat xwestin ku êdî darazê têxin nava tevgerê.
BILA HEMÛ SÎNOR VEBIN
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku pêvajoyeke dîrokî pêk tê û lazim e ku têkilî û yekîtiya bi gelê kurd re bêtir xurt bibe. Di berdewama encamnamemyê de wiha hat gotin: "Bi destxistina gelê kurd a perçeyekî bi destxistina kurdan a hemû perçeyan e. Êrîşa li perçeyekî li hemberi kudan pêk bê wekî êrîşa li her derê pêk hatiye tê qebûlkirin. Yekitiya gêlê kurd aştiya Tirkiyeyê ye. Bidestxistina gelê kurd demokratikbûna Rojhilata Navîn e. Ji bo bi destxistina gelê Rojhilata Navîn pêş bikeve divê beri hir tiştî mafê gele kurd bê dayîn û mîsogerkirin.
Biryarên di civînê de hatin girtin wiha ne:
"* Ji bo Birêz Ocalan baştir piştgiriyê bide pêvajoyê divê Ocalan karibe bi Qandî, nûneren saziyên sivîl û partiyên siyasî re hevditin bike. Ji bo vê yeke jî divê şert û mercên hevdîtina ewle, tenduristî û azadiyê pêş bikevin. Diê bêyî dem derbas bibe hevdîtinên li Îmraliyê vegerin muzakereyan.
* Ji bo trajediyên di şexsê Dayika Berfo de pêk hat bi dawî bibin, bi lezgîn Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê bê avakirin. Divê pêkanînên dijmirovahî, winda û kujerên nediyar bên ronîkirn û hesap bê pirsîn.
* Divê operasyonên siyasî û leşkerî bi lezgîn bi dawî bibin. Bêpêçûn pêk bê.
* Divê TMK bê rakirin û li şûna TCK'ê zagonên azadîparêz bên avakirin. Divê hemû girtî serbest bên berdan.
* Divê li ser bingeh û hişmendiya azadiya jinê azadiya civakê ye, KCD mitîng, meş û xwepêşandanên 8'ê Adarê yên diyarî 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin bike û tevlêbûna herî mezin pêş bixe.
* Divê komkujiyên 12'ê Adarê, 16'ê Adarê û 28'ê Adarê bi tevhêbûna hemû partiyên siyakî û civakên sivîl bi girseyî çalakiyên şermezarkirine pêk bîne.
* Ji bo di qada zanist, huner û wêjeyê de pêketinê ava bike divê her sal xelat bên dayîn.
* Divê komîsyona Aborî di qada çandinî û sewalkariyê, Enerji-Madenê û Sanayêde xebatên atolyeyan bide meşandin.
* Divê di navbera 6-7'ê Nîsanê de li Wêranşara Rihayê komxebata çandiniyê bê kirin.
* Divê ji bo endamên meclisê yên daîmî dersên zayendiyê bên dayîn.
* Divê li Roboski Wan û bajarên sînor mihrîcanên zarokan bên amadekirin.
* Divê panela Xweseriya Demokratîk li bajarên din jî bê çêkirin.