Encamnameya Konferansa Hiqûqnasan hate aşkera kirin
Encamnameya Konferansa Hiqûqnasan hate aşkera kirin
Encamnameya Konferansa Hiqûqnasan hate aşkera kirin
Yekemîn Konferansa Hiqûqnasên Bakûrê Kurdistanê di 28-29'a Îlona 2013 de li Amedê bi beşdarbûna 268 nunêran pêk hat. Di encamnameya konferansê de hat xwestin ku hemû astengiyên li pêş siyaseta demokratîk bên rakirin, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî azad bibin.
Yekemin Konferansa Hiqûqnasên Bakûrê Kurdistanê di 28-29'a Îlona 2013 de li Amedê bi beşdarbûna 268 nûneran li salona Konferansê ya Navenda Çand û Ciwanan a Cegerxwinê pêk hat. Komîsyonê piştî konferansa 2 rojan encamnameya konferansê diyar kir. Di encamnameya konferansê de hat diyarkirin ku, di werçerxê dîrokî ku mengiya yekîtiya netewî, jiyanekê azad û wekhev a gelê Kurdistana gihiştiye astekê herî xurt de konferansa me xebatên xwe biçoş û kelecanê rêvebiriye û wiha hat gotin: "Xwesteka lêgerîna pêşerojên xwe, jiyanekê demokratîk, aram û azad ên milyonan ku di Rojhilata Navîn de sed sale bêhiqûq û bêstatû dijîn bingeha çêkirina konferansa me ye. Em Kurdistaniyên ku wek "Gelê Bêparêzer" tê pênase kirin, îro bi tevlîbûna bi sedan hiqûqnas û saziyên hiqûqî konferansekê pêk tînin. Ew yek jî xwedî wateyekê dîrokî ye."
Di berdewama encamnameyê de hat zanîn ku, ji damezirandina komarê heta îro di serî de şêweyê çewisandina serhildana Şêx Seîd, Zagona Takrîrî Sukûn, Plana Islahatê Şarqê, Qanûna Tunceliyê û saznameyên her wekî din; dîsa faalîyetên darazî yên saziyên wek Dadgehên İstîqlalê berdewam in û wiha dom kir: "Ew rewş ku projeyekê jiholê rakirinekê berdewamî û sîstematîk li dijî Kurdan e, komkûjiyekê çandî û fîzîkî ye. Ew komkûjî di nav demê de hatiye raxistin. Konferansa me li ser girîngiya helwest standina hemberî wan komkujiyan rawestiyaye."
Di konferansê de ev biryar hatin girtin:
"1. Di serî de serdema 30 salên şer û pevçûnê, li holê danîna bêhiqûqî û tawanên dijmirovahî li Kurdistanê, ji bo damezirandina pêşerojekê xurt gava pêşî ye. Ji ber vê jî Lijneya bi Paşerojê re Rûbirûbûn û Lêkolîna Rastiyan divê bê saz kirin. Nûnertiya konferansa me daxuyakirin ku ev di vî lijneyê de cihê xwe bi awayekî çalak bigire.
2. Makezagonekê yekperest û dijdemokratîk nikare pirsgirêkan çareser bike. Makezagonekê pirçandî û pirnasnameyî ku beşdarparêzî, wekhevparêzî, azadîparêzî esas digire divê bê amade kirin.
3. Mafê xwe bilêvkirin û rêxistinbûyîn, di asta standardên hiqûqa navnetewî de divê bê nas kirin, astengên li ber siyaseta demokratîk divê bê rakirin. Li ser vê esasê di serî de Birêz Abdullah Ocalan, temamî dîlên sîyasî divê azad bibin.
4. Nûnertiya konferansa me hestiyariyên xwe yên piştgiriyê bi hevpîşeyên me ku ji bo bi cih anîna pîşeyên xwe û nasnameyên xwe ên siyasî hatine girtin bilêv dike. Her wiha ev girtiyên hiqûqnas wek nûnêrên xwe yên xwezayî dibîne.
5. Konferansa me dest dirêjiyên li ser jinan ên ji aliyê leşker, polîs û cerdevanan ku wek polîtîkayê dewletê tê şopandin wek tawanên şer dinirxîne û di dozên destdirêjiyê de jî dê li alî jinan cihê xwe bigire. Her wiha daxuya kirin ku, wê ji bo statûya jin têbikoşe.
6. Konferansa me ew tişt bi giringî bilêv dike ku di çarçoveya Mafê Tayînkirina Çarenûsa Xwe ya Gelan de bi milyonan Kurd divê bibe xwedî statûyekê. Her wekî da diyarkirin ku, dê piştgirî bide serkeftin û tekoşînên Başûr û Rojavayê Kurdistanê.
7. Konferansa me krîmînalîzekirina tekoşîna Kurdistanê û binavkirina reşekujiyê napejirîne. PKK bi dewleta Tirk re hevdîtinên çareseriyê dimeşîne. Konferansa me di astekê bilind de ev yek daxwaz dike ku navê PKK divê ji navnîşana reşekujiyê bê derxistin.
8. Konferansa me vîna xwe ya domdariyê bi awayek biryardar bilêv dike. Bi rêya civatekê domdar dê koordînasyona xebatan bê meşandin. Ev civat ragihandina li temamê hiqûqnasên û saziyên hiqûqiyên Kurdistanî armanc dike. Di vê çarçovê de bangawaziya civandina "Konferansa Hiqûqnasên Kurdistanê ya Netewî" dike."