Endama Asayîşê ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin

Endama Asayîşê ji aliyê hezaran ve hate oxirkirin

Cenazeyê endama hêzên Asayîşa Dêrikê Heyat Hisên ku di encama qezayekêde jiyana xwe jidest dabû, spartin axê.

Cenazeyê endama hêzên Asayişa Dêrikê Heyat Hisên ku di encama qezayekê  de jiyana xwe jidest dabû, ji aliyê hezaran kesî ve ji nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê hate girtin. Piştre cenaze bi karwanekî wesayîtan birin Goristana Şehîd Xebat Dêrik. Welatiyan alên Kurdîhildan ûbênavber siloganên ‘‘Şehîd namirin” berz kirin.

Piştî karwan gihişt goristanê merasîm hate lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê destpê kir de, ji rêvebirên hêzên Asayişa Rojava Ayten Ferhad axivî û bal kişand ser berxwedan jinên Kurd û soz da ku ewê li ser bîranîna şehîdan têkoşîna xwe dewam bikin.

Di merasîmê de Saziya Malbarên Şehîdan û malabata Heyat Hisên jî axivîn û "şehîdên şoreşê" bibîr anîn.

Piştî axaftinan cenazeyê Endama hêzên Asayişê Heyat Hisên bi tilîlî û diruşmeyan spartin axê.