Endamê Asayîşa Hesekê Şiyar Derwîş kuştî hat dîtin

Endamê Asayîşa Hesekê Şiyar Derwîş kuştî hat dîtin

Endamê Asayîşa Hesekê  Şiyar Ehmed Derwîş ku 2 roj beriya niha winda bû, li gundê Hedadiyê yê 40 kîlometrî li başûrê Hesekê kuştî hate dîtin.

Endamê Asayîşa Hesekê Şiyar Ehmed Derwîş ku ku beriya du rojan winda bû, cenazeyê wî hat dîtin. Piştî lêkolînên li ser cenazeyê li gundê Hedadiyê, derket holê ku yê Şiyar Ehmed Derwîş e.

Hate hînbûn ku dê cenazeyê Derwîş îro li Goristana Şehîd Dijwar a li Gundê Dawiyadiyê bê definkirin.