Endamê Asayîşê jiyana xwe ji dest da
Endamê Asayîşê jiyana xwe ji dest da
Endamê Asayîşê jiyana xwe ji dest da
Endamê Asayîşa navçeya Mobata ya Efrînê Mihemed Elî Hemo di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Endamê Asayîşa navçeya Mobata ya Efrînê Mihemed Elî Hemo dema ji gundê Gilêlko diçû Mobata qezaya trafîkê derbas kir. Mihemed Elî Hemo ku piştî qezayê rakirin Nexweşxaneya Avrîn a bajarê Efrînê, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê endamê Asayîşê Mihemed Elî Hemo bi girseyeke qelebalix li gundê Gilêlko hate defnkirin.
Mihemed Elî Hemo di sala 1984'an de li gundê Gilêlko yê navçeya Mobata Efrînê ji dayik bûye.