Endamê Asayîşê yê birîndar jiyana xwe ji dest da
Endamê Asayîşê yê birîndar jiyana xwe ji dest da
Endamê Asayîşê yê birîndar jiyana xwe ji dest da
Endamê Asayîşê Malik Salih Elî ku di teqîna li bajarê Hesekê de birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
Endamê Asayîşê Malik Salih Elî ku di teqîna 31’ê Tîrmehê ya li bajarê Hesekê li nêzî Asayîşa Taxa Til Hecer de birîndar bibû, piştî 12 rojan têkoşîna jiyanê wenda kir. Salih Elî îro li nexweşxaneya li bajarê Qamişlo jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Elî ku rakirin Mizgefta Qasimo, wê îro saet 14.00’an de ber bi bajarê Hesekê ve bê oxirkirin. Cenazeyê Elî wê di saetên êvarê de li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawudiyê yê li ser Amûdê bi merasîmekê bê definkirin.
Malik Salih Elî, di sal 1991’an de li gundê Til Kermê yê Hesekê ji dayîk bûye.