Endamê KNK'ê Husên Qasim Silêman jiyana xwe ji dest da

Endamê KNK'ê Husên Qasim Silêman jiyana xwe ji dest da

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) da xuyakirin ku endamê wan Husên Qasim Silêman di 25'ê Îlonê de li bajarê Elmanya Bocholtê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.

KNK'ê diyar kir ku endamê wan demeke dirêj tedawiya kanserê didît û got, "Lê mixabin ji nava me koç kir."

Silêman ê li gundê Xana Serê yê Rojavayê Kurdistanê bajarê Dêrikê hat dinyayê, demeke dirêj li Elmanyayê dijiya. KNK'ê got, "Husên Qasim ji bo azadiya welatê xwe, azadiya gelê xwe bi fedekariyeke mezin xizmet kir, di nava têkoşînê de bû."

Hat ragihandin ku Silêman di nava gelek partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl de kar kiriye û ji sala 2001'ê heta sala 2007'an di nava KNK'ê de di kontenjana Partiya Çep a Kukrdên li Sûriyê de di nava KNK'ê de cih girtiye, ji sala 2008'an û pê ve jî weke welatparêzekî serbixwe endametiya KNK'ê kiriye. 

KNK'ê diyar kir ku Silêman di polîtîkaya hundirîn a Elmanyayê de gelekî aktîf bû û di nava Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de kar meşandiye.

KNK'ê diyar kir ku wefata Silêman a ji bo serketina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kar dikir, wan xemgîn kiriye û ji gelê Kurd, malbata wî û tevahiya hezkiriyên wî re sersaxî xwest.

Silêman wê di 28'ê Îlonê de destpêkê bişînin Amedê, ji wir jî bişînin Rojavayê Kurdistanê. KNK'ê xwest ku Silêman bi merasîmeke bi heybet were veşartin.