Endamê Meclîsa BDP'ê Dûman hate girtin

Endamê Meclîsa BDP'ê Dûman hate girtin

Endamê Meclisa BDP'ê Nûrî Dûman dema ji Enqere dihate Amedê li Balefirgeha Amedê hate binçavkirin û bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Meletî.

Endamê Meclîsa BDP'ê Nûrî Dûman, dema ji Enqere dihate Amedê li balefirgeha Amedê hate binçavkirin. Ji ber Dozgeriya Komarê ya Meletî di derbarê Dûman de biryara girtinê dabû hate binçavkirin û şandin Meletiyê. Dûman piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgehê hate kirin. Dûman piştî îfadeyên dadgehê bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" hate girtin.