Endamê Meclîsa Giştî yê BDP'î hate binçavkirin
Endamê Meclîsa Giştî yê BDP'î hate binçavkirin
Endamê Meclîsa Giştî yê BDP'î hate binçavkirin
Endamê Meclîsa Giştî yê BDP'î Omer Yilmaz li navçeyan Golan a Erdexanê di serdegirtina malanê de hate binçavkirin.
Li navçeya Golan a Erdexanê tîmên taybet û leşkeran li gundê Mucuş û navenda navçeyê bi ser mala Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar ê BDP'î Omer Yilmaz de girt.
Di serdegirtinan de mal bi awayekî dijwar hatin lêgerîn û Yilmaz li navçeyê hate binçavkirin. Hate gotin ku serdegirtin bi hinceta "Li malê cebilxane heye" pêk hat û Yilmaz birin Midûriyata Polîsan a Golanê.