Endamê meclisa Şaredariya BDP'ê hat girtin
Endamê meclisa Şaredariya BDP'ê hat girtin
Endamê meclisa Şaredariya BDP'ê hat girtin
Hevseroka BDP'ê ya Navçeya Elkê Vahide Erdem û Endamê Meclisa Şaredariya Elkê ya BDP'î Ozgur Ulaş 3 roj berê hatibûn binçavkirin. Vahide Erdem serbest hat berdan û Ozgur Ulaş hat girtin.
4 roj berê li navçeya Elkê ya Şirnexê Endamê Meclisa Şaredariya Elkê Ozgur Ulaş û 3 roj berê Hevseroka BDP'ê ya Navçeya Elkê Vahide Erdem ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê. Piştî îfadeyên wan hatin girtin duh sewqî Dozgeriya Komarê ya Amedê hatin kirin. 2 endamên BDP'ê piştî li dozgeriyê îfade dan, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Heyeta dadgehê piştî îfadeya Erdem girt ew serbest berda. Piştî îfadeya Ulaş jî girt, bi îdiaya "Alîkarî û piştevanî daye rêxistinê" girt û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.