Endamê PYD'ê Hebîb Mistefa jiyana xwe jidest da

Endamê PYD'ê Hebîb Mistefa jiyana xwe jidest da

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hebîb Mistefa di encama qezaya trafîkê de li navçeya Bilbilê ya Efrînê  jiyana xwe jidest da.

Li navçeya Bilbilê ya Efrînê, endamê PYD’ê Hebîb Mistefa yê ji gundê Qurnê, dema ku ew li gel xizmên xwe ji navçeyê vedigeriyan gund, di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe jidest da û xizmên wî birîndar bûn.

Cenazeyê Mistefa îro bi beşdariya şêniyên herêmê û endamên PYD'ê li gundê Qurnê hate defin kirin.

Hebîb Mistefa di sala 1968'an li gundê Qurnê jidayik bûye û endamê PYD’ê bû.