Endamên Elpartî û Azadî êrîşî gel kirin

Endamên Elpartî û Azadî êrîşî gel kirin

Li navçeya Cindêris a Efrînê, endamên Elpartî  û Azadî bi çekan êrîşî welatiyên ku tevlî merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya Helebçeyê bibûn, kirin.

Bi boneya 25’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê li navçeya Cindêris a Efrînê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê merasîm hate lidarxistin. Merasîma ku nûnenêr partiyên siyasî û saziyên civakî jî tevlî bûn, li ber navenda asayîşê hate lidarxistin. Merasîm di demjimêr 10.55’an de demjimêra ku bombebarana çekên kîmyewî li ser Helebçeyê bariyan, bi rêzgirtina 5 deqîqeyan destpê kir.

Piştî merasîmê, di dema belavbûna gel de, hinek kesên endamên Partiya Azadî (ya Mistefa Cuma) û Elpartî (ya Ebdilhekîm Beşar) ku li nêzî cihê merasîmê rawestiyan, bi çekan êrîşî gel kirin û li derdorê gule reşandin. Ji ber gulebaranê di nava gel de alozî derket, lê hêzên asayişê mudaxeleyî êrîşkaran kirin û hinek ji wan binçav kirin.