Endamên FEDA nobeda ji bo azadiya Ocalan dewir girtin

Endamên FEDA nobeda ji bo azadiya Ocalan dewir girtin

Nobeda li bajarê Strasboûrgê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd tê girtin, hefteya 70. li dû xwe hişt. Dewra nobedê ya vê heftiyê ji aliyê endamên Federasyona Demokratîk a Elewiyan FEDA  ve hate wergirtin.

Nobeda ku di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Fransa Strasboûrgê li ber derê avahiya Konseya Ewropa hatibû destpê kirin, di roja 488’ê de berdewam dike. Nobed her heftî ji aliyê Kurdên li welatên cuda yên li Ewropayê dijîn ve tê dewir girtin. Mebesta çalakiyê jî ewe hem der barê pirsa Kurd de zanyariyan belav dikin û hem jî ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd îmzeyan kom dikin. 

Di 70. Hefteya çalakiya nobetê de 4 komên ku ji endamên FEDA yê li bajarê Elmanya, Swîsre û Fransayê hatibûn nobedê dewir girtin. Vê hefteyê komê biroşorên ku bi sernivîsa Ocalan kiye? û pirtukên Ocalan yên ‘Konfedaralîzma Demokratîk’ û ‘ li Kurdistanê aştî û şer’ ku bi zimanên Elmanî, Fransî û Înglizî hatibûn amade kirin belav kir. Ciwan jî ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd îmzeyan kom dikin. Li derdor jî ciwan li ser pirsa Kurd û mebesta çalakiya nobedê bi xelkê herêmê re dikevin nava diyalogan. 

RASTÎ ELEQEYEK MEZIN A TURÎST Û XWENDEVANAN TÊ 

Li gorî nûnerê FEDA yê Husnu Çavûş ji ANF’ê re got; hemû rûniştvanên taxa Robertau ku çalakî li wê dere tê lidarxistin, hemû endamên saziyên Ewropa ji çalakiyê haydarin. Bi taybetî jî di dema serdana turîst û xwendevanan ya ji bo saziyên Konseya Ewropa de çalakiya nobedê rastî eleqeyek mezin tê. Herwiha Çavûş diyar kir ku, tevî barana zêde çalakî bi awayek serketî berdewam dike.

“MAF Û AZADIYA ELEWIYAN BI OCALAN VE GIRÊDAYÎ NE”

Hunsu Çavûş der barê sedema beşdariya wan a li nobeda ji bo azadiya Ocalan de got, "Em dizain ku maf û azadiya Elewiyan, bi afirandina modêla civaka demokratîk a bi azadiya jinê, gengaz e. Pêşengê vê projeyê jî Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê hem azadiya Kurdan hem jî azadiya Elewiyan bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye. Em li vê derê ji bo wergirtina azadiya xwe têdikoşin."

“KONFERANS DÊ CUDAHIYA ÎSLAMA SIYASÎ Û ÇANDÎ ZELAL BIKE”

Rêveberê FEDA'yê da xuyakirin ku weke sazî ew girîngiyê didin Konferansa Îslama Demokratîk a ku Ocalan li dijî çeteyên El Qaîde û El Nûsrayê pêşniyar kir û got, "Ez dikarim bêjim ku bi vê konferansê re dê cudahiya Îslama siyasî û Îslama rastî ya çandî were zelakirin. Îslama siyasî bi Mûaviye destpê dike û nûnerê wê yê îro AKP ye."

Rêveberê FEDA'yê bang li Elewiyên li welatên Ewropayê dijîn kir û got, "Divê Elewî bêyî li benda banga saziyekê bisekine, bixebitin. Tevî beşdariya li nobeda ji bo azadiya Ocalan, her wiha divê ji kampanyayê re pêşengiyê bikin."
 
70 HEFTE NE BÊNAVBER DEWAM DIKE

Çalakiya nobedê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd, li ber Konseya Ewropayê ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve dewam dike û yek ji çalakiyên herî demdirêj ên Kurdan e. Di çalakiyê de heta niha 14 hezar îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine berhevkirin.