Endamên HDK'ê komkujiya li Rojava bi meşekê protesto kirin

Endamên HDK'ê komkujiya li Rojava bi meşekê protesto kirin

Meclîsa HDK ya Kagithaneyê, bi armanca şermezarkirina komkujiya çeteyên El Nûsra ya li Rojava, li Nûrtepeyê meşek lidar xist. 

Meclîsa HDK ya Kagithaneyê, bi armanca şermezarkirina komkujiya çeteyên El Nûsra ya li Rojava, li Nûrtepeyê ji Komeleya Vartolular heta kolana Sokûlû meşiyan. Beşdarên meşê pankart bi nivîsa "Kujerê Rojava çeteya AKP'ê" hilgirtin û piştî meşeke dirêj, rê li trafîkê girtin.

Endama Meclîsa HDK'ê ya Kagithaneyê Sevgî Çolak piştî meşê axivî û got, "Çeteyên paşverû yên xwe ji emperyalîzmê xwedî dikin û ji xwe re dibêjin Misliman El Nûsra, ji mizgeftan bi gotina "Can û namûsa Kurdan û Elewiyan helal e" fermana kuştinê didin." Çolak diyar kir ku ew li gel têkoşîna azadî û wekheviyê ya li Rojava ne û got, "Em weke Kongreya Demokratîk a Gelan, van komkujiyên namerdî yên çeteyên bawerhişk, şermezar dikin."

Çolak anî ziman ku weke HDK wan ji bo Rojava dest bi kampanya alîkariyê kirine û alîkarî jî wê li Parka Gezî ya li Nûrtepeyê bên komkirin. Çolak got, "Em bang li hemû hêzên ked û demokrasiyê dikin ku li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin gelê Rojava."

Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dirûşman bi dawî bû.