Endamên Hemwelatiyên Azad çûn serdana malbatên gêrîlayan

Endamên Hemwelatiyên Azad çûn serdana malbatên gêrîlayan

Li Ranyayê bi wesîleya Cejna Remezanê endamên Tevgera Yeksan û Hemwelatiyên Azad çûn serdana malbatên gêrîlayên PKK'ê yên di têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane.

Li navçeya Ranya ya Silêmaniyê endamên Tevgera Yeksan û Hemwelatiyên Azad bi wesîleya Cejna Remezanê çûn serdana malbatên gêrîlayên PKK'ê yên ku di nava refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest dane. Malbatan xwestin cejin ji gelê Rojava re bibe sedema aştî û aramiyê. Di serdanê de wiha hate gotin: "Em hêvî dikin ku ji vir şûn de êdî di cejnan de dayîk rondikan nebarînin.”