Endamên parastinê yên PDK’ê destdirêjî 2 keçên 14 Sali yên Rojava kirin

Endamên parastinê yên PDK’ê destdirêjî 2 keçên 14 Sali yên Rojava kirin

Gelê kurd yê ku li rojava hatine li Başûrê Kurdistanê ji bo debara xwe bikin dixebitin li rastî kiryarên bê exlaqane tên. Li bajarê Hewlêrê 2 keçên 14 salî li rastî destdirêjiya 4 endamên parastinê yên Partiya Demokratîka Kurdistanê (PDK) hatin.

Li gorî malpera Pênûsekan bilav kiriye dibêje: “4 endamên parastinê yên girêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê PDK’ne, 2 keçên temen 14 salî ji nava qempa penaberan a li Hewlêrê kaş dikin û bi wesayitekê dibin cihek çol û li wêderê dest dirêjî lê dikin.

Heman çavkanî diyar dikin ku, “ piştî ew keç ji aliyê wan 4 endamên parastinê ve rastî destdirêjiyê hatin,ji malbatên xwere behsa buyerê kirine. Malbatên wan jî li ser buyerê gilî kirine.”

Heman serçave giringî bi wê yekê ji daye ku, her 4 endamên parastinê ji aliyê dezgeha parastinêve hatine binçav kirin û piştî demekî kurt lêpirsîna wan girtin û şunde serbest berdan. Malbatên wan keçan ji aliyê zêrevanan ve rastî tehdîtan hatine ji bona behsa wana nekin.