Endamên PDK-S partiya xwe şermezar kirin ji ber tevlî berxwedanê nabe

Endamên PDK-S partiya xwe şermezar kirin ji ber tevlî berxwedanê nabe

Li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê, komek ji endamên PDK-S, ji ber ku partiya wan di berxwedana Kobanê de cih negirtiye, partiya xwe protesto kir.

Koma avêt ser buroya PDK-S'ê ya li Hewlêrê, bang li rêveberiya partiyê kir û got, "Ya tevlî berxwedana li Kobanê bibin, yan jî dest ji siyasetê berdin."

Di dema protestoyê de rêveberên partiyê ji avahiyê derketin û çalakgeran dest danîn ser hin belgeyan. Piştî ku rayedarên partiyê bang li asayîşê kirin, protestovan bi zorê ji avahiyê hatin derxistin.