Endamên PYD’ê alîkarî dan hêzên YPG'ê
Endamên PYD’ê alîkarî dan hêzên YPG'ê
Endamên PYD’ê alîkarî dan hêzên YPG'ê
Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Amûdê tevlî nava xebatên parastinê bûn û li bendên kontrolê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) nobed girtin.
Li ser banga seferberiyê ya li Rojavayê Kurdistanê, bi dehan endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Amûdê serî li navenda YPG'ê ya bajêr dan û xwestin ku di nava xebatên parastinê de werin erkdarkirin.
Piştî serlêdanê jî endamên PYD'ê ji bo ku nobeda parastinê bigirin li bendên kontrolê yên YPG'ê hatin erkdarkirin.