Çalakên Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas li ber avahiya buroya IranAir a li paytexta Franse Parîsê xwepêşandanek li dar xistin. Çalakan zext û pêkanînên rejîma Îranê yên li hemberî rojnamevanan protesto kirin.
Xwepêşandan di 9’emîn salvegera mirina wênekêşa Îranî Zehra Kazemî ya di girtîgeha Evîn a Tehranê de jiyana xwe ji dest da de pêk hat.
Di daxuyaniya bi navê RSF’ê hat dayîn de hat diyarkirin ku RSF ji jiyana rojnamevanên li Îranê di warê derûnî û fîzîkî de tên îşkencekirin bi guman e.
RSF’ê bang li raya giştî ya navneteweyî kir û bi taybet bal kişand ser rewşa Nêrgiz Mihemed, rojnamevanê Kurd Mihemed Sedîq Kebûdwend, Behman Ehmedî Amoy, Arash Honarvar Shojai û Muhemed Silêmaniye. Di daxuyaniyê ji hikûmeta Îranê hat xwestin ku hemû rojnamevanên girtî serbest bên berdan.
RSF’ê bal kişand ser rewşa rojnamevanê Kurd Mihemed Sedîq Kebûdwend ê u 40 roj in di greva birçîbûnê de û xwest ji bo hevdîtinê destûr bê dayîn.