Endamên tevgera Çand û Hunerê hatin bîranîn
Endamên tevgera Çand û Hunerê hatin bîranîn
Endamên tevgera Çand û Hunerê hatin bîranîn
Tevgera Çand û Hunerê a Rojvayê Kurdistanê sê endamên tevgerê yên ku di êrîşa bombeyî ya li dijî bendên Kontrolê yê YPG`ê li herêma Tirbespiyê jiyana xwe jidest dabûn bibîr anîn.
Endamên Tevgera Çand û Hunerê a Rojvayê Kuristanê "Welat, Osman û Şêrvan" roja 19'ê Cotmehê li bajarê Tirbespiyêdi di encama êrîşa li dijî benda kontroklê yê YPG`ê de jiyana xwe jidest dan bibîr anîn. Tevgera Çand û Hunerê a Rojvayê Kuridistanê ji bo sê endamên tevgerê merasîma bîranînê lidar xist. Merasîm bi beşdariya endamên tevgerê yên Qamişlo, Dêrik, Rimêlan, Girkêlegê, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Amûdê û Serêkaniyê li Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Huner li bajarê Qamişlo bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.
Di bîranînê de endama Desteya Rêvebir a Tevgera Çand û Hunera Demokratîk Gulan Qamişlo axivî û şehîdên şoreşê bi bîranî. Qamişlo da zanîn ku ew wek Tevgera Çand û Hunerê dê li ser bîranînên şehîdan têkoşîna xwe dewam bikin.
Piştî axaftinê sînevizyona derbarê hersê şehîdan de hate pêşan dan û Komên Botan, Zelal û Sakîne Cansiz mûzîk û stran pêşkêş kirin. Di merasîma bîranînê de helbestvan Ferhad Merdê deqeyên hestîyar dan jiyîn.
Merasîma bîranînê bi stran û mûzîkên komên Cûdî ya Dêrikê, Agirî ya Amûdê û Waşokanî ya Serêkaniyê bi dawî bû.