Engîn Sîncer (Erdal) 17'ê Tebaxê li Topalan (Seyrantepeyê) tê bîranîn

Engîn Sîncer (Erdal) 17'ê Tebaxê li Topalan (Seyrantepeyê) tê bîranîn

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û yek ji fermandarên ARGK'ê Engîn Sîncer (Erdal) roja 17'ê Tebaxê li gundê Topalan'ê tê bîranîn.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û yek ji fermandarên ARGK'ê Engîn Sîncer (Erdal), ku di 17'ê Tebaxa sala 2003'an de li Qendîlê jiyana xwe ji dest da, di 10. salvegerê de li gundê Topalan ê navçeya Pazarcixê tê bîranîn.

Di merasîma bîranînê de wê Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Alîkara Serokê Giştî yê ÎHD'ê Parêzer Reyhan Yalçindag, Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Kemal Bulbul, parêzer Levent Kanat, Garîp Bozkûrt (Pîrê Garîp), Mehmet Nûrî Tanrikûlû, wê gelek nûnerên bîr û baweriyan amade bin. 

Di çalakiyê de Ferhat Tûnç, Ozan Diyar, Agirê Jiyan û Denîz Deman jî wê derkevin ser dikê. 

Di merasîma bîranînê de her weha wê pêşandaneke wêneyan a ji wêneyên Suleyman Şaşkara, Huseyîn Sîncer, Mûstafa Yondem, Mehmet Bûlmûş, Battal Evsen, Yakûp Alcalî, Mehmet Dîrlîk, Şêxo Dîrlîk û Cennet Dîrlîk ên di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane, bê vekirin.