‘Erdhêja Wanê 2 sal derbasbûne hêj pirsgirêk nehatine çareserkirin’

‘Erdhêja Wanê 2 sal derbasbûne hêj pirsgirêk nehatine çareserkirin’

 Lijneya Kordinasyona Bajar ya TMMOB'a Amedê diyar kir ku li ser erdheja Wanê 2 sal derbasbûne, hêj pirsgirêk nehatine çareserkirin û welatiyên Wanê hêj bê ceyran di konteyniran de dimînin.

Lijneya Kordinasyona Bajar ya TMMOB'a Amedê bi boneya salvegera erdheja Wanê, li avahiya Odeya Endezyarên Înşaetê daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberê Odeya Endezyarên Înşaetê Tansel Ozal, serokê şaxa Odeya Endezyarên Înşaetê ya Amedê Turan Kapan, serokê şaxa Odeya Endezyarên Madenê ya Amedê Mustafa Dogu, serokê Şaxa Odeya Endezyarên Ziraetê Huseyîn Kîrşan û rêvebirên TMMOB'a Amedê tevlî daxuyaniyê bûn.

Li ser navê TMMOB'ê Turan Kapan daxuyanî da û diyar kir ku li gorî daneyên fermî di encama erdheja Wanê de 644 kesan jiyana xwe ji dest da, avahiyên bi deh hezaran welatiyan hilweşiya û hê jî pirsgirêkên welatiyan nehatiye çareserkirin. Kapan bilêv kir ku welatiyên Wanê hêj bê ceyran di konteyniran de dimînin.