‘Erdogan di nava helwesta ku kujeran veşêre de ye’
‘Erdogan di nava helwesta ku kujeran veşêre de ye’
‘Erdogan di nava helwesta ku kujeran veşêre de ye’
Malbatên Roboskî, 34 ciwanên ku ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatibûn qetilkirin, li ser gorên wan bi bernameyekê bibîr anîn. Malbatan diyar kirin ku ger hikûmet samîmi ye divê hesabê vê komkujiyê bide û wiha got: "Samîmiyeta hikûmeta AKP'ê di gora 34 canên me re derbas dibe."
Di 28'ê Kanûna 2011'an de li Roboskiyê balafirên şer ên tirk li ser welatiyên sivîl bombe barandibûn û di bombebaranê de 34 welatiyên sivîl qetilkiribûn. Li gel ku 631 roj derbas bûn jî hêj hesap ji kujeran nehatiye pirsîn û pişta bûyerê ronî nebûye. Ji bo ku komkujî ronî bibe û hesap bê pirsîn, malbatên Roboskiyê her Pencşem diçin ser gorên zarokên xwe û li edaletê digerin.
Malbatan di hefteya 90’an de disa li ser gorên zarokên xwe daxuyanî dan û li edaletê geriyan. Xizmên 34 kesan Ferhat Encu, diyar kir ku wekî her hefteyê vê hefteyê jî li ser goristanê ne û wiha got: "Serokwezîr Erdogan di nava helwesta ku kujeran veşêre de ye. Em destûr nadin ku hikûmeta AKP'ê komkujiya Robokiyê di nava babelîsta Enqereyê de veşêre. Çi dibe bila bibe heta ku em bûyerê ronî nekin û hesap neyê dayîn emê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Encu, anî ziman ku ger hikûmet û Serokwezîr Erdogan samîmî be divê komkujiya 34 canan ronî bike.