Erdogan dibêje 'vekişîna gerîlayan', lê operasyon zêde dike
Erdogan dibêje 'vekişîna gerîlayan', lê operasyon zêde dike
Erdogan dibêje 'vekişîna gerîlayan', lê operasyon zêde dike
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan li aliyekê behsa vekişîna hêzên gerîlayan ji Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê dike, lê li aliyeke din li Bakûrê Kurdistanê amadekariya operasyonên berfireh tê kirin. Balafirên şer ên artêşa Tirk hema bêje her roj Herêmên Parastinê yên Medyayê yên gerîlayan bombebaran dikin. Tenê îro li 4 navenda oeprasyona hatin pêkanîn.
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di vegera xwe ya ji Emirtiyên Yekbûyî yên Ereban de hevdîtina BDP’ê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nirxand û behsa vekişîan gerîlayan ji Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê kir û îdîa kir ku dê vekişîna gerîlayan bi awayeke fiîlî dest pê bike.
Serokwezîrê Tirk Erdogan li aliyekê dixwaze gerîla ji Bakûrê Kurdistanê derbikevin. Lê li aliyekê li Bakûrê Kurdistanê li hemberî gerîlayan operasyon tê zêdekirin û li aliyeke din jî herêmên di bin kontrola gerîlayan de ên li Başûrê Kurdistanê tên bombebarankirin.
Tenê îro tevî Şirnex û Colemêrgê li çar navenda amadekariyên operasyonên berfireh hebûn. Tenê di nava hefeteyekê de hema bêje her roj herêmên gerîlayan tên bombebarnakirin. Bi taybet di meha sibatê de ku hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin rojevê, êrîşên hewayî û topbarana li ser herêmên gerîlayan jî zêde bûn.
LI ŞIRNEX Û COLEMÊRGÊ AMADEKARIYA OPERASYONAN
Li Şirnexê serê sibê ber bi Herêma Bestayê ve gelek helîopteran firiyan. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî gelek helîkopter ber bi navçeya Şemzînan ve çûn.
Li gorî agahiyan, serê sibê ji 23'yemîn Fermandariya Tumena Cendirmeyan a Şirnexê gelek helîkopter rabûn û ber bi herêma Bestayê ve firiyan. Nehate zanîn ku li herêmê operasyon heya an na. Piştî demekê helîkopter vergiyan baregehên xwe.
LI GEVERÊ TEVGERA HEWAYÎ
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî serê sibê ji 34'emîn Fermandariya Sînor a Geverê gelek helîkopter rabûn û ber bi navçeya Şemzînan a Colemêrgê ve çûn. Hate zanîn ku helîkopteran leşker û melzem ji sînor re birin. Tevgera hewayî berdewam dike
LI AMEDÊ OPERASYON
Li herêma Badika ya di navbera navçeyên Farqîn û Pasurê yên Amedê de operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li gorî çavkaniyên herêmê 13 wesayîtên zirxî ji aliyên gundên Hokan û Malaelîkê yên navçeya Farqînê ber bi herêma Badika ve leşker birin. Ligel vê yekê ber bi herêma Badika ve tevgera helîkopteran a hewayî pêk hat.
HERÊN GERÎLAYAN HER ROJ TÊN BOMBEBARANKIRIN
Li aliyekê li Bakûrê Kurdistanê amadekariya operasyonên berfireh tê kirin, li aliyeke din jî hema bêje her roj Herêmên Parastinê yên Medyayê yên di bin kontrola gerîlayan de tên bombebarakirin. Bîlançoya meha sibatê ya ku ji aliyê Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê hatiye aşkerekirin wiha ye:
3 SIBAT: Di 3’ê sibatê de saet di 01.15’an de qadên Xeregol û Şehîd Kerwan ku di nava sînorê herêma Zapê ya girêdayê Herêmên Parastinê yên Medyayê ye ji aliyê artêşa tirk a dagirkerve bê navber bi obus û topên hawanê tên bomberankirin.
8 SIBAT: Di 8’ê Sibatê de di navbera saet 16.00-17.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê Medyayê di nava sînorên herêma Qendîlê ve ye, li dijî Gundê Zergelê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. di encama îrîşa hewayî de gelek zirar gehştiye zevî û baxçeyên gundîyan, û Navenda Ciwanan ya ji aliyê gundiyan ve hatiye sazkirin hatiye hedef girtin.
9-10 SIBAT: di navbera saet 23.00-01.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zapê, li dijî herêma Şikefta Birîndara û Kuro Jaro ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
13 SIBAT: Di navbera saet 17.00-18.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Heftenînê de, li dijî herêma Gundê Şeraniş û Keşan û Geliyê Şehîd Ayhan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
18 SIBAT: Saet 17.30 00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zap'ê de, li dijî herêma Çiyayê Reş ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
20 SIBAT: Di 20’ê Sibatê de di navbera saet 20.00-21.00 li Herêmên Parastinê yên Medyayê Medyayê di nava sînorên herêma Qendîlê de ye, li dijî Gundê Lewcê û derdora wê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin.
22 SIBAT: Di roja 22’ê sibatê de bi tevhayiya rojê de li dijî Çiyayê Cudî ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Heman rojê, bi tevhayiya rojê bi navber, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Zap'ê de, herêma Cîloya Biçûk ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
KARAYILAN: DIVÊ PÊŞÎ DEST JI HEDEFA ÎMHAKIRINÊ BERDIN
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan roja 18’ê sibatê hevpeyvînek da ANF’ê û dabû diyarkirin ku ji bo pêvajo ber bi pêş ve biçe, divê dewleta Tirk beriya her tiştê dest ji hedefa xwe ya îmhakirinê berde û wiha gotibû:
“Her roj operasyonên KCK, operasyonên siyasî, êrîşên hewayî û tecrîda li Îmraliyê dewam dike, herî dawî jî komkujiya Parîsê li holê ye, dibêjin wan bi xwe her tiştê kiriye û niha tenê li benda Kurdan in ku pêngavan biavêjin.
Tiştên ku dewlet hukûmet bikin hene. Evane bêyi ku tu tiştek bikin û tu pêngavek biavêjin, çawa dikarin ji aliyeke tenê avêtina pêngavan hêvî bikin? Heta niha ji bilî hevdîtina heyeta dewletê ya bi Rêberê me re û şandina şandeyeke siyasî bo Îmraliyê tu pêngaveke erênî nehatiye avêtin. Berovajiyê vê yekê di her firsendekê de hewl didin ku me tasfiye bikin. Ji ber vê jî em ji jidiliya vê pêvajoyê pir bi fikar in.”