Çend roj beriya niha Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gotibû, “Li Bosnayê, birayên me yên boşnak emanetê me ne.” Vê gotinê, li welat sirb û hirvatên li welêt hers kir.
Erdogan, di salvegera Qetliyama Srebrenitzayê de tevlî civînekê bûbû û di wê civînê de gotibû ku Rêberê Bosna Hersekê yê berê Aliye Îzzetbegovîç demek beriya bimire ji wî re gotiye “Bosna emanetê we. Ev der ji Osmaniyan maye” û wiha axivîbû: “Bosna û birayên me yên boşnak emanetê me ne”
Yekemin berdevkê Parlamentoya Sirpên Bosnayê Igor Radojijic bertek nîşanê vê da. Rodojijic di daxuyaniya xwe de bertek nîşanê Erdogan da û got; “Bosna-Hersek ne mîrateyê tu kesî ye”
Li Bosnayê çapemeniya Sirb û Hirvat jî bertek nîşanê gotinên Erdogan da û bal kişandin ser xebatên komên olî yên li vî welatî.
Li gor nuçeyên çapemeniyê di nava misilmanan de rêxistinkirina cemaet û terîqatan gelek pêş ketiye. Bi taybet cemaet di nava malbatên xizan de xwe bi rêxistin dike û pere dide wan.
Dîrokzanê sirp Slavenko Terzîc, di daxuyaniya xwe ya daye Rojnameya Polîtîkayê de anî ziman ku axaftinên Erdogan ji bo Balkanan gelek xetere. Hempîşeyê Terzîc, Cedomîr Antic jî gotinên Erdogan wekî hewldanên ‘Provakatîf’ nirxand û got ku lazime Bosna, Hirvatîstan û Sirbîstan Erdogan şermezar bikin.