Erdogan tişta hêvî dikir li Qoserê nedît

Erdogan tişta hêvî dikir li Qoserê nedît

Serokwezîr Erdogan li Qoserê mitîng pêk anî. Di mitîngê de li gel AKP'ê welati bi zorê ji gund, navçe û bajarên derdorê kom kirin jî 5 hezar kes li hev kom nebû. Erdogan ku berê pesnê xwe dida li Qoserê hêviyên wî di avê de çûn. Erdogan li Qoserê parasat ku wan dawî li polîtîkayên înkar û bişaftinê aniye.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan piştî ziyareta Midyatê ya Mêrdîn, derbasî navçeya Qoserê ya Mêrdînê bû. Erdogan li Qoserê tevlî merasimên vekirinên komî bû. Erdogan li Qoserê beşdarî mitîngê bû û xitabî çend hezar kes kir. Lê li gel ku beriya Erdogan biçe Qoserê AKP'ê û saziyên dewletê hemû hêza xwe kir yek û welatî bi bertîl û diyariyan ji gund, navçe û bajarên derdorê kişandin Qoserê jî dîsa 5 hezar kes kom nekir. Erdogan dîsa di axaftinê xwe de pesnê xwe da û bi kirinên xwe xwe da nasandin.

Li navçeya Qoserê welatî ji bo Erdogan şerezar bikin neçûn ser kar û şaredariyê xizmet nekir. Erdogan ji vê rewşê bêzar bû û got "Dema ez hatim vir min çop dît. Min şerm kir. Em xizmetê wekî hev didin 81 bajaran. Em bêyî ku li rewşa dengan binêrin em xizmetê didin hemû gund, navçe û bajarên xwe." Erdogan diyar kir ku, li her derê ji pêvajoyê heviyek heye û xwest hêviya wan neyê xerab kirin.

Erdogan diyar kir ku, wan dawî li polîtîkayên înkar û îmhayê anîye û wiha got: "Ez ji her kesî hez dikim. Em hemû kesî himbêz dikin."