Êrîş û topbaranên li Şêxmeqsûdê didomin

Êrîş û topbaranên li Şêxmeqsûdê didomin

Li Helebê topbarana rejîma Baas a Sûriyeyê li hemberî Taxa Şêxmeqsud û pevçûnên di navbera YPG’ê û hêzên rejîmê de didomin. Di encama topbarana îro de gelek avahî hilweşiyan. Li Taxa Şêxmeqsud ku piraniya şêniyên wê kurd in, topbaran û pevçûnên ku di 29’ê Adarê de dest pê kiribûn, di roja 5’an de didomin. Hate ragihandin ku di saetên serê sibehê de bi dehan top li taxê ketin. Di encama topbaranê de gelek avahî hilweşiyan.

Hate gotin ku welatiyên birîndar jî hene.Li aliyê din hate ragihandin ku alîgirên rejîmê êrîşî noqteya kontrolê ya Cizîrê ya YPG’ê ku li Taxa Şêxmeqsud Xerbî ye kirin. Hate hînbûn ku di encama êrîşê de pevçûn derketiye û ji êrîşkaran mirî hene. Hate gotin ku êrîşkarên windahî dane, paşve vegeriyan e.

Her wiha li serbuhurka bi navê Cisril Ewarid a di navbera taxên Şêxmeqsud Şerqî û Bustan Başa de, di navbera YPG’ê û alîgirên rejîmê de jî car caran pevçûn derdikevin.

Hate ragihandin ku şevêdin jî li biryargeha leşkerî ya li Çerxerêya Cendul di navbera komên çekdar û hêzên rejîmê de pevçûn derketine, lê derbarê encamên pevçûnê de agahî nehatin bidestxistin.