‘Êrîşa li dijî cihên olî li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye’
‘Êrîşa li dijî cihên olî li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye’
‘Êrîşa li dijî cihên olî li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye’
Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Kombûna Sivîl a Xiristyaniyan Dawid Xerzanî teqîna Dêra gundê Xerdûga ya ji aliyê komên çekdar şermezar kir û diyar kir ku kiryarên komên çekdar li dijî hemû nirxên mirovahiyê ne. Xerzanî, destnîşan kir ku pêwîste gelên herêmê li dijî van tevgerên li dijî hemû nirxên mirovî xwe bike yek û bi yekîtiya xwe dê bikare rêveberiya xwe bikin.
Der barê êrîşa komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê/Cebhet El-Nusra a li ser Dêra li gundê Xerdûga Endamê Komîteya Têkêliyên Giştî ya Kombûna Sivîl a Xiristyaniyan Dawid Xerzanî ji ANHA’yê re axivî. Xerzanî da zanîn ku li herêma Rojavayê Kurdistanê Suryanî, Kurd, Ereb, Ermenî û her wekî din bi hev re bi biratî jiyane û heta niha dijîn. Xerzanî destnîşan kir ku komên çete ji deverên din hatine, êrîşan pêk tînin û wiha dewam kir; “Komên ku li ser navê Îslamê êrîşî Dêran û mizgeftan dikin ji herêmê dûrin û nûnertiya gelê herêm nakin. Ev ne ji vir in, dixwazin îradeya gelê herêmê binpê bikin. Dêra ku şewitandina dîroka wê ya kevnar bû, ev êrîşî nirx û dîroka herêmê dikin. Li Humis jî ev komên çete ku bi pereya kar dikin ’’
Der barê rêbazên parastina herêmê ji êrîşan Xerzanî diyar kir ku gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe, dikare bi yekîtiya di navbera xwe de êrîşan vala derbixin û herêmên xwe biparêze û wiha dom kir: “Parastin bi yekîtiya civakê tê, pêwîste em nakokiyên xwe yên berê dînin aliyekî, em bi biratî û wekhevî hemû pirsgirêkan çareserbikin. Ev êrîşa li ser herêmê û ambargoya aborî û civakî bi zanebûn tên kirin. Bi rastî ev ne ji xwe ye.”
Der barê rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê jî Xerzanî destnîşan kir ku ew bi xebatên ku tên kirin kêfxweşin û wiha pê de çû; “Em bi projeya Rêveberiya Demî kêfxweşin. Beşdarbûna hemû pêkhateyan nava Rêveberiyê û hevdîtinên bi hemû pêkhateyan re têne kirin tiştekî gelekî başe. Hêvîdarin, pêwîste hemû kes xwe bi rêve bibe, ya rast ev e. Bi rastî tişta herî baş û rast ji bo çareserkirina hemû pirsgirikên Sûriyê Xweseriya Demokratîke.‘‘